Li Çinarê jinên di gireva birçîbûnê de tên ziyaret kirin
11:30
JINHA
AMED - Gireva birçîbûnê ya jinên Çinarê ku ji bo rawestandina şer û alîkarîdayîna gireva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'ê berdewam dike. Di foruma ku di girevê de hat kirin de jinên ku axivîn di mijarên Serokomar Tayyip Erdogan "ji ber nebû serok şer da despêkirin" de hemfikirbûn.
Li navçeya Çinara Amedê bi pêşengiya KJA yê jinan ji bo rawestandina şer û piştevaniya gireva birçîbûnê ya girtinên PKK û PAJK'ê ketine gireva birçîbûnê. Ziyaretên ji bo alîkarîdayîna jinên di girevê de zêde dibe. Jinên ketine girevê çalakiya xwe li ber Navenda Jinan Jînwarê berdewam dikin. Ji bo piştevaniyê Hevşaredarê Çinarê Ahmet Cengiz, endamên Meclisa Şaredariya Çinarê, Serokê DBP'a navçeyê Raşit Bat, rêveberên partiyê û rêveberên HDP'a navçeyê jinên di çalakiyê denin ziyaret kirin.
Bi alîkariya ziyaretvanan jinan di nava xwe de forumek çêkirin. Di foruma ku tê de jinan di derbarê pêvajoyê de fikir û romanên xwe anîn ziman de Hevşaredara Çinarê Rukiye Eryilmaz diyar kir ku qirkirinên li herêmê tên kirin qet nayê pejirandin. Rukiye anî ziman ku ji bo rawestandina şer û qirkirinan her kes tişta ku bikarin bikin heye û wiha got: "Dixwaze bila di malên medebe dixwaze bila li kolanan be em dikarin li her deverê bertekên xwe bînin ziman. Divê teqez ev şer bê rawestandin. Me zarok ji bo qurbankirina sarayê neanîne diniyayê. Em vê red dikin û na pejirînin."
Hevseroka navçeya DBP'a Çinarê Hayat Akyol jî destnîşan kir ku ji dema pêvajoya şer despêkirî her roj bi dehan mirov jiyana xwe jidest didin û wiha domand: "Her roj hindirê dayîkan dişewite. Dê heya kengê ev şer berdewam bike? Ji bo çî ev mirov tên qetilkirin? Ev mirov ji bo kursî û deshilatiya Erdogan tên qetilkirin. Ti ji van mirovên tên qetilkirin gunehê wan nîne. Heger sucek wan hebe ew jî ji ber li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn." Hayat bilêv kir ku divê hemû jin dest bidin hev û banga rawesandina şer bikin.
Civaknasa Navenda Jinan Jînwar Umran Nar jî da zanîn ku bilêv kir ku Serokomar Erdogan ji bo kursiyê xwe û deshilatiya partiya xwe şer daye despêkirin û got: "Îro çima leşer jî şer dikin nizanin."
Hemû jinên di forumê de axivîn daxwazên wan rawestandina şerbû. Jinan diyar kirin ku ji bo rawestandina şer divê çalakiyên bihêz bên lidarxistin.
(zt)