Li Cizîrê bi çekên giran gel hedef tên girtin

11:41

JINHA

ŞIRNEX – Li Cizîrê polîs tevî ku tu bûyer tinene jî kolanan gûlebaran dike û sivîlan hedef digre.

Li Cizîrê malên li taxa Cudî di setên şevê de hatin gulebaran kirin. Li Cizîrê tevî ku tu bûyer tûnebûn welatî di hewşê xwe û li ser banên xwe raketbûn hatin gûlebarankirin. Kolana Gundogdu ya ku hat gulebaran kirin tu mevzî hendek tunene û ketina taxa Cudî ya bi maşîna tenê di vê kolanê de pêk tê.

Jina bi navê Siltan Eyubaş ku mala wê hatiye gûlebaran kirin diyar kir ku ew û zarokê xwe di hewşê de raketin û mala wan hat gûlebaran kirin û ev tişt got:”Em pêşî reviyan lê paşiyê em disa vegeriyan me got ‘Ma em ji wan şehîdan ne çêtirin’.” Siltan got ku ew şer naxwazin û dixwazin di nav aramiyê de li malên xwe bijîn.

(ma-zd/zt)