ÎHD dê bi perwerdeyek berfireh têkeve qadê
11:42
Medya Cebe/JINHA
WAN - Şaxa ÎHD'ê ya Wanê li hember şerê ku li Kurdistanê tê meşandin dê du rojan perwerde bidin despêkirin. Xebatên perwerdê yên ku wê di 5 û 6'ê Îlonê de despêbike gelek kes ji herêmê dê tevlî bibin.
Li hember îhlalên mafê mirovan ên ku di şer de li Kurdistanê tê kirin Şaxa ÎHD'ê ya Wanê, derbarê tedbîran de dê perwerde bidin despêkirin. Du nûnerên ÎHD'ê ên herêmê dê tevlî bernameyê perwerdê bibin. Perwerdeya ku di 5 û 6'ê Îlonê de despêbike, Serokê Akedemiya Mafê Mirovan Hûsnû Ondûl, Sevîm Salîhoglu, Murat Çelîkhan û gelek kesên bi tecrûbe dê tevlî perwerdê bibin. Sernavê bernameyê perwerde jî wihane, îhlalên mafan a ku li girtîgehê tên jîn, hevpeymana navnetewî û palderê wê, komîsyona haqîqetê û danasîna mafê mirovan û berfirehiya wê dê bê dîtin.
Endama Rêvebira Heyeta Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Gûler Yildiz wiha got: "Li Tirkiyê di demên dawî de, ji ber hawira bi aloz wek aktîvîstên mafê mirovan divê zêdetir û bi aweyek aktîf tevlî xebatê bibin. Armanca vê perwerdê jî, aktîvîstên mafê mirovan divê di nava şert û mercên şer de çawan tev bigerin bingeh avakirine.
'Em ê ji bo gel perwerde bibînin'
Gûler diyar kir ku sedema herî girîng ya vê perwerdê, şerê ku piştî pêvajoya aştiyê ye û wiha domkir: "Di pêvajoyek wiha de em ê bi aweyek aktîf li gel mirovên maxdûr bisekinin. Em ê li ser mafê mirovan û berfirehiya wî bisekinin. Ji ber nirxandina pêvajoyê girînge. Li aliyê din li girtîgehan girtî dest bi gireva birçîbûnê kirine û îhlalê mafan tê kirin. Derbarê ku em ê çibikin çawan nêzbibin bi riya perwerdê dê zelalî çêbibe. Birêz Abdullah Ocalan di daxuyaniya xwe a Newrozê de derbarê Komîsyona Heqîqetê de pêşniyarî pêşxistibû, em jî di vê çerçovê de xebatê me dê bidome."
'Kesayet dema ku dikeve ferqa hêzê xwe bi hêzdibê'
Gûler da zanîn ku ev perwerde dê berfireh be û wiha pêde çû: "Di bingeh de hemû şaxên me ên ku perwerde dîtine bi derdorê xwe re parkirin girîge. Em difkirin ku vê perwerdê di nava civakê de jî belav bikin. Bi hêzbûna kesayet bi ketina ferqê xwe re pêk tê. Eger em bikaribin di navnetewî û makeqanûnî de asta mafê bi destbixin dê binghê me jî bi hêztir bibe. Mafê her mirovek vê jiyanê heye. Tu otorîte nikare mirov ji mafê jiyanê bide ber alî. Dema mafê me ê jiyanê hat bin pêkirin wê demê hemû mafê me dê were bin pêkirin."
'7 salî nabê gerîlla'
Gûler anî ziman ku ew ê piştî perwerdê bi aweyek hêz şopdariya îhlalên ku tên kirin bikin û wiha got: "Divê mirî divê zindî be, bê ehlaqiya ku di şerde tê kirin nayê pejrandin. Di bin navê ku gerîllane êrîş dibin ser sivîlan û sivîlan qetildikin. Bêy ku bêjin zarok, jin, pîr û sivîl qetil dikin. Zarokak 7 salî nabê gerîlla. Van êrîşan û qetilamên ku tên kirin, di serdemên borî de jî mînakên wiha hovane tune ye. Armanca me a vê perwerdê bingeh di xwede avakirin û piştre jî piştgî dayîna gel e."
(rc)