Li Rojava amadekariyên perwerda sala nû
11:52
JINHA
SERÊKANIYÊ - Di çarçoveya amadekariyên sala perwerde û hîndekariyê ya 2015-2016’an de 1365 mamosteyên Kantona Cizîrê di ezmûnê re hatin derbaskirin. Her wiha 1305 şagirtên li peymangehan dixwînin jî ketin ezmûna dewreya yekemîn.
Di konferansa Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Cizîrê ku 23’yê Tebaxa 2015’an de hate lidarxistin de, biryar hatibû girtin ku ji bo sala ya perwerde û hîndekariyê, mamoste bêne perwerdekirin û pirtûk bêne amadekirin. Di çarçoveya van biryaran de mamoste û şagirtinên ku tevlî perwerdeyan bûne, di ezmûnên nivîskî re hatin derbaskirin. Ezmun duh li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê yên Kantona Cizîrê hatin lidarxistin. Ezmûn ji aliyê Tevgera Ziman û Perwerdeyê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ve hatin ogranîzekirin.
Di ezmûnan de 1305 xwendekarên ku li 10 peymangehên bajarên Kantona Cizîrê tevlî perwerdeyên 6 mehî bûne, ji bo serkeftinê dewreya yekemîn a 3 mehan ketin pêşbirkê. Xwendekar piştî vê ezmûnê wê derbasî dewreya duyemîn a 3 mehan bibin. Ezmûnên dewreya duyemîn jî wê di meha çileya 2016’an de bêne lidarxistin. Her wiha 1365 mamosteyên ku ew jî tevlî perwerdeyên peymangehan bûne, ji bo ku astên wan bêne diyarkirin tevlî ezmûnê bûn. Mamosteyên ku di ezmûnê de serkeftî bin, dê di sala nû ya perwerdeyê de li dibistanan dersan bidin. Lê belê wê di demên ku hatine diyarkirin de perwerdeya xwe ya peymangehê jî bidomînin.
Kesên ku di ezmunan de serkeftî nebin jî dê perwerdeya peymangehê bidomînin û tevlî ezmûna meha Çileyê bibin. Ger ku ev ezmûn derbas kirin, wê karibin li dibistanan dersan bidin. Xwendekar û mamosteyên ku tevlî ezmûna nivîskî bûne, wê îro li heman bajaran tevlî ezmûna devkî bibin. Encamên ezmûnan jî dê piştî 2 rojan werin eşkerekirin.
(dd/rc)