Zarokên Rojava dê Charlie Chaplîn temaşe bikin

12:17

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Komîna Fîlm a Rojava di çarçoveya xebatên xwe yên sînemayê de, wê ji bo zarokên Rojava fîlmê bêdeng ê bi navê “The Kîd (zarok)” yê derhêner, lîstîkvan, nivîskar û şanogerê Birîtanî yê bi navû deng Charlie Chaplin bê pêşandan. Ev cara yekemîn e ku dê fîlmekî Chaplîn li Rojava bê pêşandan.

Komîna Fîlm a Rojava ku di hema tîrmeha 2015’an de dest bi xebatên xwe kiriye, wê ji sibe û pê de ji bo zarokan fîlman bide pêşandan. Wekî destpêkê wê fîlmê bêdeng ê bi navê “The Kîd (zarok)” yê derhêner, lîstîkvan, nivîskar û şanogerê Birîtanî yê bi navû deng Charlie Chaplin bê pêşandan. Fîlm wê sibe li bajarê Dirbêsiyê saet di 18.00’an bê pêşandan. Di 11’ê îlonê de jî heman fîlm dê li bajarê Serêkaniyê bê pêşandan. Fîlm bêdeng e, lê ji bo ku zarok fêm bikin, bi zimanê kurdî hem binivîs hatiye amadekirin hem jî dublaj hatiye çêkirin. Ji bo temaşekirina fîlm, rêveberiya xweser a Kantonê, Serokê Desteya Çandê, rêveberiyên TEV-ÇAND û bajaran jî hatine vexwendin.

Cara yekemîn ji bo zarokên Rojava filîm tê pêşandan

Fîlmên Charlie Chaplîn ku wekî ekolek sînemayê tê qebûlkirin, wê cara yekemîn li Rojavayê Kurdistanê bên pêşandan. Rêveberên Komîna Fîlm destnîşan kirin ku ew gelekî cidî nêzî vê xebatê dibin û koma ku di bin banê komînê de hatiye avakirin jî hemû amadekariyên xwe temam kirine. Di çarçoveya xebatan de li kolanan afîşên fîlm hatine daliqandin.

Rayedarên Komîna Fîlm diyar kirin ku wê ev xebat li tevahiya bajarên Kantona Cizîrê û navendên çand û hunerê jî bê domandin. Rayedaran gotin ku li gorî eleqe û daxwaza gel, wisa xuya dike ku dê ev fîlm bi gelek seansan bê pêşandan.

(rc)