#Ji ber ku pêdiviya me bi aştiyê heye...

12:49

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Dê roja 5'ê Îlonê jin ji bo aştiyê li kolanan û qadan bin, beriya wê li ser mediyaya civakî jin di çalakiyan denin. Jin bi çalakiya "#Ji ber ku pêdiviya me bi aştiyê heye" hem polîtîkaya mêran a şer şermezar dikin û hemjî banga beşdariya çalakiyê dikin.

Li hemberî polîtîkaya AKP'ê ya şer li Kurdistan û Turkiyê jinên endamên KJA û Hewil Jinan a Ji bo Aşitiyê (BÎKG) çalakiya hemwext li Amed, Dersîm, Îdir, Stenbol, Mêrdîn, Mûş û Wanê li darbixin. "Di vî şerî de mirin, xizmê xwe windakirin û ji bir kirin jî, di encamê de şidet zedê dibe, em nabin hedefa rika gel jî red dikin û em dibên 'pêwistiya min bi aşitiyê heye' ji ber vê yekê jî emê 5'ê îlonê jin tenê bên ba hav. Ji ber vê ye #pêdiviyamin bi aştiyê heye." Dê sibê ji bo çalakiya 5'ê Îlonê jin ser mediyaya civakî çalakiyan bikin. Dê jin bi gotinên #pêdiviyaminbiaştiyêheye "#BarışaİhtiyacımVar" ser medyaya civakî par bikin

Hinek parevirinên jinan ên ser tweetrê wihane:

Di 5'ê Îlonê saet 17.00'an de li Amed, Stenbol Îzmîr û her derê em li kolanan û di çalakiyan denin!

5'ê Îlonê li Edene, Enqere, Dêrsim, bursa, Mûş û Wanê jin li kolananin ji ber #pêdiviyamebiaştiyêheye!

5'ê Îlonê li Amed, Îdir, Îzmîr, Eskişehir, Mêrdîn, Bodrum û Mêrsînê jin li kolananin jiber #pêdiviyamebiaştiyêheye!

5'ê Îlonê di saet 17.00'an de em li Meyîdana Kadikoyê ne jiber #pêdiviyamebiaştiyêheye!

5'ê Îlonê em jin li her derê li kolananin ji ber êdî tenê rojekê jî tehmûla me ya li hember şer nemaye! jiber #pêdiviyamebiaştiyêheye!

Jinên di şer de xizmên xwe windakirina "êş çiye dizanin" li cihê me biriyara şer didin. Em dibêjin jiber #pêdiviyamebiaştiyêheye!

5'ê Îlonê em li qadanin ji ber ku talebên aştiyê yên ji ser cenazeyan bilind dibin dihemandemê de talebên mene. Em jin dizanîn ku #pêdiviyamebiaştiyêheye!

Yên qala fedakirinê dikin, kok ziwakirinê dikin biriyara şer didin. Em jî qêrîna dayîkên leşkeran dibihîsin. jiber #pêdiviyamebiaştiyêheye!

Em alîgirên aştiyê ne ji bo wê emê di 5'ê Îlonê de li her derê deng derbixin. Em jin jiber #pêdiviyamebiaştiyêheye!

Li Pirsus, Şemzînan, Farqîn, Gimgim, Lîce, Geverê... li hember reşkirina hêviyên me jiber #pêdiviyamebiaştiyêheye! emê di 5'ê Îlonê de deng derbixin!

Li Hopa yê lêhî, li Lîcê şewat, qetilkirinên li kolanên Farqîn û Geverê... Ev agir her derê digire. jiber #pêdiviyamebiaştiyêheye!

Di nava şer de zarok "dimirin" qêrd dikin, raperînê dikin. Gelo dengê wan tê bihîstin? Em dibihîsin. jiber #pêdiviyamebiaştiyêheye!

#pêdiviyamebiaştiyêheye! ji ber rojên şer neyî kêmekbe jî em aramiyê hîs dikin û dizanin. Em şer naxwazin!

#pêdiviyamebiaştiyêheye! ji ber şer mirine, koça bi darê zorêye, tacîz, tecawîz e. Bila çek bêdeng bibin.

#pêdiviyamebiaştiyêheye! Emê jin ji bo aştiyê deng derxînin, dengê xwe û gotinên xwe ser mediyayê bidin bihîstin!

#pêdiviyamebiaştiyêheye! ji ber bomba bi jiyana me dikeve. Jin dê li hember şer di 5'ê Îlonê de deng derbixin!

#pêdiviyamebiaştiyêheye! ji ber di navbera 20'ê tîrmehê û 1'ê Îlonê de 164 kesan jiyana xwe jidest dan. Emê jin jî di 5'ê Îlonê de li hember şer deng derxin!

Ji bo ku aştî fedayî hirsa deshilatiyê nebe dê jin li her derê li kolanan bin! jiber #pêdiviyamebiaştiyêheye!

Dema ku mirov dimirin zimanê nefretê bilind dibe, teoriya komployê dikeve dewrê. Emê jî di 5'ê Îlonê de ji bo vê dengê xwe bilind bikin! jiber #pêdiviyamebiaştiyêheye!

#pêdiviyamebiaştiyêheye! ji ber şer şideta mêran zêde dike. Tacîz, tecawîz û cînayetên jinan zêde dibin. Emê jin di 5'ê Îlonê de deng derxînin!

Di 5'ê Îlonê de li her derê tawa, sênî, kefçî û zîlên xwe bigirin destê xwe û li hember şer deng derxînin! jiber #pêdiviyamebiaştiyêheye!

(zt)