Jinan Gûlîzar a hatî qetilkirin sipartin axê
12:55
Îlon
3
/ 2015
JINHA
MERSÎN - Cenazeyê Gulîzar Bûrak a li taxa Şevket Sumer a li navçeya Mersîn Akdenîzê li pêş çavên zarokên xwe ji aliyê hevserê xwe ve bi çekê hat qetilkirin, ji aliyê jinan ve hat veşartin.
Jinên danê sibehê li ber Mizgefta Nûr a Taxa Guneşê civiyan, li benda anîna cenazeyê Gulîzar sekinîn. Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Mersînê, wecîbeyên olî li Mizgefta Nûrê bicih hat anîn û cenaze bi konvoya ji sedan wesayîtan birin Goristana Guney Kentê.
Jinan darbest hilgirtin ser milan û bi qîrîna dirûşmeyan hat veşartin.
(rc)