Jinên rê ji tirafîkê re girtin: Jinên di destê El-Nusra de rizgar bikin

13:05

JINHA

HELEB - Jinên taxa Şêxmeqsûd revandina jin û zarokan ku li ser riya Heleb û Efrînê ji aliyê çeteyên El-Nusra têne kirin şermezar kir û bang li civaka navnetewî û saziyên mafê mirovan kirin ku derbarê bûyerê de bê deng nemînin.

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê têkildarî bûyerên revandina jin û zarokan ji aliyê çeteyên El-Nusra ku li ser riya Efrînê û Helebê têne kirin daxuyaniyek dan. Daxuyanî bi beşdarbûna dehan jinên xeta Şehîd Gulê Selmo ya li rojavayê taxê hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Endama Komînên xeta Şehîd Gulê Selmo Roşîn Mûsa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Di serî de em kiryarên teroristî ku ji aliyê hin aliyên ku li ser navê Îslamê tevdigerin ên wekî Cebhet El-Nusra ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin şermezar dikin. Di demên dawî de çetên behsa mijarê gelek caran jinên taxa Şêxmesûd revandin û em nizanin çarenûsa wan çiye? Em wekî jinên taxa Şêxmeqsûd pirsa jinên ji aliyê çeteyan ve hatine revandin dikin, gelo ev di bin navê islamê çi ji wan jinan kirine, Islamê di kîjan peymana xwe de biryara revandina jinan daye? H.z Muhemed dibêje 'me wesiyeta sêwiyan û jinan li we kiriye'. Em jî îro pirs dikin koma behsa mijarê nûnertiya islamê dike, ji ber van kiryarên xwe yên li dijî mirovahiyê em vedigerînin serdema koletiyê, dema jin dihatin çarmîx kirin û li sûkan dihatin firotin.

Em wekî jinên taxa Şêxmeqsûd dibêjin ku pêwîste jinên ji aliyê El-Nusra û hin komên din yên çekdar ku li ser navê islamê tevdigerin hatine revandin di zûtirîn dem de serbest bêne berdan. Revandina jinan li derveyî şerîeta islamê ye. Tu hêzên şoreşger jî revandina jinan wekî ku li Şengal û Celewla, her wiha gelek bajarên Sûriyê û Îraqê pêk hat qebûl nakin, lê em îro dibînin ku Cebet El-Nusra heman kiryarên dike û jinên ji hemû pêkhateyan direvînin.

Em îro şoreşa azadî û demokrasiyê jiyan dikin, em ji bo avakirina Sûriyeke nû ya demokratîk têdikoşin. Tekoşîna me ji bo wekheviyê di navbera jin û mêr de pêk were tê meşandin û em rê nadin tu aliyan ku bi kiryarên qirêj êrîşî vê têkoşina me bike.

Pêwîste di zûtirîn dem de jin bêne berdan û em bang li civaka navdewletî û saziyên mafê mirovan dikin ku piştgiriya jinan bikin, her wiha da ku komên çete bes jinan birevînin û destdirêjiyan bikin.”

(rc)