Ebru Gunay: Nedayina pirtukan şînber bûna tecrîdê ye
13:41
Oyku Dîlara Keskîn/ JINHA
STENBOL- Parêzera Buroya Qanunê a Asrinê Ebru Gunay destnîşan kir ku tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mirov nikar li dijî polîtîkaya vî welatî binirxîne û got: "Pirtuka Abdullah Ocalan ya bi xwe nivisandiye wekî 'propaganda rêxîstinê' dike nadinê. Nedayina pirtukan şînber bûna tecrîdê bi xwe ye."
Tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi kurahî berdevam dike. Parêzer herî davî hevdîtin bi muwekîlê re di 27'ê tirmehê 2011'an de kirin. Malbatê berî 10 meha ew dît, heyeta HDP'ê jî herî davî 5'ê nîsanê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hanî. Piştî wê dîrokê kesî hevdîtin pêk neanîye û tecrît jî bi kurahî ber devam dike. Herî davî 4 pirtukên Abdullah Ocalan yên ku di sala 1999'an de derkitine û niha jî ji weşanxana Aramê de hatine çapkirin bi hinceta "propagandaya rêxistinê" dike nehatine dayîn.
'Aşitî tecrît dibe û ev tecrît jî pêşîya şer vedike'
Parêzera Buroya Qanunê a Asrinê Ebru Gunay anî ziman ku tecrîta li ser Abdullah Ocalan keta dikeve sala 5'emin û ev tişt gotin; "Divê tecrît ji siyaseta welat cûda bê nirxandin. Me di nava 16 salan de ev yek baş dît. Polîtîkaya tuj ya li îmraliyê bandora xwe li ser siyaseta welat jî dike. Piştî meha nîsanê şun ve tecrît her diçe kur dibe. Tecrîta giran dîsa ev yek nîşanî me da. Berî hilbijartinê 5'ê nîsanê heyeta HDP'ê hev dîtin kir piştre hevdîtin pêk nehat. Dema mirov polîtîkaya welat mêze dike çawa şer dijwar dibe dîbîne. Dema tecrît kur dibe bandora xwe li ser sîyaseta vî welatî jî dike. Em her roj agahiya mirinava radibin û ji gravê jî tu tekîlî nîn e. Hemû tişt bi tecrîtê ve mifte dibe. Aşitî tecrît dibe û ev tecrît peşîya şer vedike.
'Gelo Ocalan dê propaganda ya Ocalan bike?'
Ebru destnîşan kir ku divê mirov tecrîtê li ser hevdîtina malbat û parêzeran ne nirxîne û wiha got "Gelek aliyê vî yekî hene. Ji Cihana devre re tekîliya wî nîn e,tecrît qedexekirina pirtûk û rojname xwe îfade dike. Her wiha pirtûkên ku Abdullah Ocalan têkeve girtîgeha îmraliyê hatine nivisandin nedayina van hişê mirova dike sekinandin. Ocalan propaganda Ocalan bike?" Ebru wiha berdevam kir; "Ji tu deveran tiştekî wisa yanê jiyandin pirtûka nîvîskara bi xwe ji bo wana qedexeye. Nedayina pirtûka şênbêra tecrîtê bi xwe ye. Tecrîta li wir berdevam dike kêm tişta em dibinîn niha rewş li wir cûda ye. Girtina rojname û pirtûkan jî pirsgirêk derdikeve. Em dibinîn ku kar çawa bêfikarane."
Ebru da zanîn ku ew li hemberî tecrîdê dev jî tekoşîna qanûnî ber nadin û wiha pê de çû; "Ji bo tecrîtê gelek dozên me ber dewam dikin. Gelek dosyayên me di Makeqanûna bingehîn de ber devam dike. Serlêdana her hefte em dikin ew red dikin. Ji bo vê yekê jî tekoşîna me qanûnî ber devam dike."
(pk)