Şervanên YPG/YPJ'ê di konferansê de Berxwedana Kobanê nirxandin
13:45
JINHA
KOBANÊ - Konferansa Berxwedana Kobanê ya YPG/YPJ'ê hat lidarxistin. Piştî Berxwedana Kobanê ya ku di cîhanê de deng veda konferansa hat lidarxistin bi nîqaşên giring bidawî bû.
Fermandariya YPG’ê ya Kobanê piştî berxwedana dîrokî ku li tevahiya cîhanê deng veda, konferansek girîng û dîrokî lidar xist. Di konferansa ku mijarên siyasî, leşkerî, rêxistinî, pirsgirêkên derketine holê bi awayekî berfirehî hatin nirxandin de, gelek biryarên girîng hatin girtin.
Konferans bi navê “Konferansa Berxwedana Kobanê ya YPG/YPJ'ê” di navbera 23’ê Tebax û 1’ê îlona 2015’an de bi beşdariya 215 delegeyan hate lidarxistin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, di konferansa ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat de, li ser mijarên weke Geşedanên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn, Kurdistan û qada navnewetî, tespîtkirina pirsgirêkên leşkerî û rêxistinî yên di pêvajoya şer û berxwedana Kobanê de derketine holê de nirxandinên berfireh hatin kirin û biryarên girîng hatin girtin.
Tê payîn ku encamnameya konferansê sibe ji raya giştî re bê eşkerekirin.
(rc)