Li Enqerê polîsan êrîşî konê aştiyê kirin
13:45
JINHA
ENQERE - Bloka Aştiyê ya Enqereyê xwestin li ser rêya Sakaryayê Konê Aştiyê vedin. Polîsên hatin ber kon nehiştin kon were vedan.
Bloka Aştiyê ya Enqereyê xwest li ser rêya Sakaryayê ku herî qelebalix a bajar e Konê Aştiyê vede, polîsan nehişt ku kon were vedan. Welatiyên ku xwest kon vedin li ser rêya Sakaryayê kom bûn dest bi vedana kon kirin. Polîsan êrîşî wealtiyan kirin û kon qetandin. Polîsan li endamên Bloka Aştiyê li hemberî wan derketin xistin. Welatiyên di dema êrîşa polîsan de di wir de derbas dibûn bi gotinên "Tişta ku hûn ji aştiyê fêm dikin ev e. Tişta hûn fêm dikin kon biqetînin û bavêjin çopê ye. Hûn şer dixwazin" bertek nîşanî êrîşa polîsan dan.
Welatiyên li derdorê kom bibûn bi berzkirina dirûşmên "Li hemberî faşîzmê mil bidin hev" çalakiya xwe didomînin. Polîs piştî kon wêran kir ji cihê çalakiyê dûr ket. Hat ragihandin ku hewldana vedana konê aştiyê didome.
(zt)