Di derbarê parlementera HDP'ê ya tevlî merasîma cenaze bûyî de lêpirsîn

15:22

JINHA

WAN - GerilayaYJA Starê Sidika Yildiz (Destan Rustem) ya ku di şerê li Dêrsimê derketî de jiyana xwe jidest dayî li Wanê hatibû definkirin. Ji ber Parlementera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer a ku beşdarî merasîma cenaze bûyî lêpirsîn hat vekirin.

Di şerê li navçeya Qisle ya Dêrsimê derketî de gerilaya YJA Starê Sidika Yildiz (Destan Rustem li gundê Xaçkan ê navçeya Elbaka Wanê bi tevlîbûna hezaran kesan hat definkirin. Jinan li Elbakê cenazê Sidika li ser milê xwe birin goristanê. Di nava yên beşdarî merasîma cenaze bûyî de Parlementera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer jî hebû. Di derbarê Tugba de ji ber beşdarbûna cenaze bi hincentên "propagandaya rêxistinê dike" li Serodozgeriya Komarê ya Elbakê doz hat vekirin.

(zt)