Li Amedê jinek hat qetilkirin

15:23

JINHA

AMED - Li Surê mêrê bi navê Bekir Akdag bi tebancê hevsera xwe Gulşen Akdag qetilkir û paşê jî întihar kir.

Li gorî agahiyên hatin girtin li Taxa Çarikli ya navçeya Sura Amedê mêrê binavê Bekir Akdag (35) hevsera xwe Gulşen Akdag bi tebancê qetilkir. Qatîl paşê jî bi hemban çekê li xwe jî xist.

Nêzîkên wan ên dengê çekê bihîstin agahî dan ekîbên polîsan û tenduristiyê li ser agahiyê hatin cihê bûyerê. Her du cenaze jî ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edliya Amedê.

(zt)