Desteya Jinan: Em bilindkirina hişmendiya azadiya jinan armanc dikin

15:39

JINHA

EFRÎN - Seroka Desteya Jinan a Kantona Efrînê Fatma Lekto diyar kir ku ew bi riya semîneran yasayên derbarê jinan de vedibêjin û hewl didin zanistiya jinan pêş bixin da ku rastiya xwe nas bikin.

Seroka Desteya Jinan a Kantona Efrînê Fatma Lekto derbarê semînerên ku hefteyê carekê dibînin de anî ziman ku dê li hemû navçeyan vê xebatê bidomînin. Fatma, got ku yasayên taybet ên jinan li kantona Efrînê di çileya 2015’an de hatine derxistin û wan jî dest bi hemleya danasîna van yasayan kiriye. Fatma da zanîn ku ew heftane semînerên jinan lidar dixin û ev tişt anîn ziman: “Jin ew in ên civakê ava dikin, ji ber wê pêwîste jin asta xwe xwe ya zansistî, fikrî û civakî pêş bixe da ku karibe civaka xwezayî û exalqî ava bike.”

Fatma destnîşan kir ku di semîneran de ji bilî yasayên jinan, li ser mijarên wekî, “Jin û aborî, jin û siyaset, Neteweya Demokratîk, hevjiyana azad” radiwestin û wiha dom kir: “Em karê xwe li gel rêxistinên din ên jinan didin meşandin. Saziyên wekî Yekîtiya Star, Navenda Zanist û Perwedeyê ya Jinan, Rêxistina li Dijî Tundiya Liser Jinan Sara û komîteyên jinan ên meclîs û komînan di semîneran de alîkariyê dikin.”

Fatma anî ziman ku gelek jin beşdarî semînerên wan dibin û semîner di pêşxistina zanistiya jinan re roleke mezin dilîzin. Fatma da zanîn ku ew dixwazin hişmendiya jinan zêde bikin da ku ji hemû aliyan ve rastiya xwe nas bikin û bang li hemû jinan kir ku beşdarî semîneran bibin.

(rc)