Sirgûnkirina girtiyan li Şirnexê hat protesto kirin
16:05
JINHA
ŞIRNEX – Li Şirnexê bi pêşengtiya TUHAD-FED û İHD ji bo sûrginkirina girtiyên siyasî daxuyanî hat dayîn û işkence li ser girtiyan hate şermezar kirin.
Li Şirnexê ji bo 12 girtiyê siyasî ku ji Şirnexê hatibûn sirgûn kirin li ber girtîgeha Şirnexê daxuyanî hat dayîn. Rêxistina HDP û DBP'ê ya navend û navçeyê wê Hevşaredarên navend û navçeyên Şirnexê jî di navê de gelek xizmên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên weke "Berxwedana zîndanê wê bibe misogertiya azadî û aşitiya di nav gelan de. Em berxwedana we silav dikin" vekirin û dûrişmên “Bijî berxwedana zîndanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin
.
Hevseroka TUHAD-FED a Silopiya Fatma Teke nameya ku ji girtiyan hatibû xwend. Fatma diyar kir ku hûkumeta AKP’ê li ser xwînê sîyaset dike û ev tişt got: "Her roj operasyonê sîyasî pêk tînin rojek tune ku sîvilek qetil nekin kesên ku li ser banê xwe jî radikevin qetil dikin.” Fatma desnişan kir ku ji bo ku ev atmosfera şer rabe pêwiste cenazê YPG û YPJ ku li deriyê Mûrşidpinarin bidin malbatên wan û tecria li ser Rêberê PKK’ê rabe û wiha dewam kir: "Ji bo ku ev konsepta şer bisekine tenê çekeke di destê wan de heye ew jî bedana wan e.” Fatma got ku erîşê li ser girtiyan sirgûn kirina wan a cihê cûda nayê qebul kirin wiha pêde çû: "Emê li hember vê yekê bêdeng nemînin. Eger tiştek neyînî bi qewime jî wê wezareta Edaletê berpirsiyar be.”
Fatma bang li dewletê kir û xwest ku girtiyê ku hatine sirgûn kirin carekadin bînin.
Li ser navê İHD’ê jî Serokê İHD’ê Emirhan Uysal axivî û diyar kir ku xwestekên girtiyên siyasî însanî bûne û ev tişt got: "Bi robokoba ketine hindir ev zilme. Em vê yekê qebûl nakin. Ev ceza kirina malbatan cezakirina civakê ye.”
(zd-ma/zt)