'Perwerde lêgerîna heqîqetê bi hêz dike'

09:39

Rûken Dêrik- Zêrîn Kurtay /JINHA

RIMÊLAN - Li bajarê Rimêlan dewreya perwerdê a Şehît Gelhat ya ku di binya Akedemiya Şehît Mazlûm de di 19'ê Tebaxê de hatî despêkirin dê 45 rojan bidome.

Li bajarê Rimêlan a Kantona Cizîrê dewreya perwedê a Şehît Gelhat ya ku di binya Akedemiya Şehît Mazlûm de di 19'ê Tebaxê de hatî despêkirin didome. Perwerdehiya bîrdozî a ku bi tevlîbûna ciwanan pêk hatî dê waneyên, dîroka PKK'ê, dîroka jin, dîroka Kurdistanê û her wiha têkildarî şoreşa Rojava bên dîtin. 17'e Ciwanên ku tevlî dewreyê bûne bi coşek mezin tevlî nîqaşê dibin û hewldidin guhertinê kesayetî pêk bînine. Rêvebiriya dewreya Şehît Gelhat Hemrîn Efrîn derbarê perwerdê de agahî da.

'Li hember pergalê desthilatdariyê perwerde kirina ciwanan girînge'

Hemrîn derbarê perwerdê de wiha got: "Armanca perwerdê ciwanan li hember pergala desthilatdariyê hişyar kirine û parastina çanda civakê ye. Ji bo guhertinê kesayet divê zanistî pêşbikeve. Ciwan pêşengê civakêne. Ji bo ku ciwan berpirsyariyê civakê hildin û bi aweyek rast tevbikerin pêwistî bi perwerdê herdem heye. Pergalê desthilatdariyê polîtîkayên taybet li ser ciwanan dide meşandin. Ji ber vê yekê hişyarbûn bi riyê perwerdê pêk tê. Ji bo hêzkirina têkoşînê divê di her warî de ciwan bên perwerde kirin."

'Perwerde lêgerîna heqîqetê bi hêz dike'

Hemrîn derbarê girîngiya perwerdê ya li ser ciwanan de wiha vegot: "Perwerde berî hertiştî dibe sedem ku mirov kesayetê xwe lêpirsîn bike û dîroka xwe nasbike. Perwerde lêgerîna heqîqetê pêşdixe. Ji bo ciwanek jî lêgerînê heqîqetê gelek girînge. Rojên despêkê dema ku ciwan hatin cihê perwerdê mirov raste rast taybetmendiyê pergalê di kesayetê wan de didît. Lê bi dîtina waneyan re mirov lêhûrbûn di ciwanan de dibîne."

'Pêşengiya Şoreşa Rojava jin e'

Hemrîn behsa pêşengiya jinên ciwan jî kir û wiha domkir: "Her çiqas hêjmarê jinên ciwan ên di dewrê de kêm bin jî, di akedemiyê de xwedî rengek serekene di warê guhertin û veguhertinê de. Berxwedana şoreşa Rojava bi pêşengî û berxwedaniya jin tê nasîn. Pêşengiyê hemû xebatên civakî û leşkerî dike. Jina ku bi salane ji ber kevneşopiyê pergalê dihat perçiqandin îro pêşenga şoreşa Rojava ye. Her jinek bi sekna xwe hewirdorê xwe diguhere ji ber xwedî seknek serekeye di nava jiyanê de. Pêşenga Şoreşa Rojava jin e. Ji ber vê divê hemû jin xwedî li nirxên şoreşê derbikevin."

'Min rastiyê xwe dît'

Ciwana bi navê Heliz Omer a ku tevlî perwerdê bûye wiha got: "Ji ber kevneşopiyê pergalê di nava civakê de vîna azad û lêgerîn pêşnakeve. Bi sayê perwerdê ez ketim ferqa rastiya xwe. Demên borî ji gelek mijaran re bi aweyekî jiberî nêzdibûm. Ev xal jî nahêle kesayet rast pêşbikeve û seranser dihêle. Perwerde hem di warê pêşketina lêgerîna heqîqetê hem jî di warê kesayetê xwe naskirinê de encamên bi hêz dide mirov. Ji ber ez beştarî perwerdê bûm jî ez gelek kêfxweşim. Dema ku mirov guhertin di kesayetê xwe de dibîne hestek cûda ya bi wate avadibe."

'Perwerde ji bo zanistî girînge'

Gûlbahar Ehmet jî derbarê dîtina perwerdê de kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Ji ber tevlîbûna xwe a perwerdê gelek kêfxweşim. Li gorî nêrîna min divê hemû jin tevlî perwerdeyên bi vî aweyî bibin û kesayetên xwe lêpirsîn bikin. Felsefeya Rêber Apo mirovan zana û bi hêz dike. Perwerde ji bo zanistiyê girînge."

'Êdî civak û malbat jî me wiha napejrînin'

Her wiha ciwana bi navê Viyan Xelîl jî wiha got: "Perwerde ji bo ronîbûna lêhurbûnê girînge. Êdî malbatên me weke berê me bê hêz qebûl nakin. Ev yek jî hêz dide mirov. Ji ber civak ji me hêviyên pêşengiyê dike. Derbarê şoreşa Rojavade gelek mijar di serê min de bibûn nekokî, lê bi riyê pirs û nîqaşan ez ketim zanistiyê û ez niha wate didim gelek tiştan. Ji ber tevlîbûna xwe jî ez gelek kêfxweşim. Ez hêvî dikim ku hemû ciwan şansek bi vî aweyî a perwerdê bibînin û ew jî encamên bi hêz derînin."

(rc)