'Di 5'ê Îlonê de divê hemû jin aştiyê biqêrin'

09:41

JINHA

MÊRDÎN - Di navbera 5-7'ê Îlonê de li hember şerê li Kurdistanê tê jiyankirin dê li gelen navendên Tirkiyê jin dengê xwe bilind bikin û daxwazên xwe yên ji bo aştiyê bînin ziman.

Li hemberî polîtîkaya AKP'ê ya şer li Kurdistan û Turkiyê Têkela KJA û Hewil Jinan a Ji bo Aşitiyê (BÎKG) dê çalakiyên hemwext li Amed, Dersîm, Îdir, Stenbol, Mêrdîn, Mûş û Wanê li darbixin. Jin dibên; "Di vî şerî de mirin, xizmê xwe windakirin û ji bir kirin jî, di encamê de şidet zedê dibe, em nabin hedefa rika gel jî red dikin û em dibên 'pêwistiya min bi aşitiyê heye' ji ber vê yekê jî emê 5'ê îlonê jin tenê bên ba hav. Divê dengê çeka bisekine, ji bo na şer raweste û çareseriya demokratîk û pêvajoya aşitiyê careke din destpêbike em deng derdixin" û di 5'ê Îlonê de banga li hemberî şer deng derxistinê li hemû jinan kirin.

Dê jinên Mêrdînê jî di 5'ê Îlonê saet di 17.00'an de li ber Navenda DBP'ê bênbahev û bimeşin. Piştî meşê dê jin li Parka Karayoluyê 2 saetan çalakî lidarbixin. Endama KJA yê Hasibe Mengirkaon diyar kir ku aştî ji bo hemû jinan giringe, ziman, nijad û baweriya wan çî dibe bila bibe aştî ji bo hemû kesê giringe. Hasibe da zanîn ku di şeran de herî zêde jin bedel didin ji bo wê jî divê herî zêde jin li hemberî şer dengê xwe bilind kirin.

'Ev ne şerê kurd û tirkane şerê sarayê ye'

Hasibe destnîşan kir ku kurd di pêvajoyek gelek zor re derbas dibin, şer ji aliyê AKP û Serokomar ve hatiye despêkirin, ev ne şerê kurd û tirkane, şerê sarayê ye û wiha domand: "Ji bo ku Erdogan berjewendiyên xwe, koşk, serokatiya xwe û hişemndiya xwe berdewam bike daye despêkirin. Ji ber berjewendiyên wî her roj jinên kurd û tirk êşê dibînin."

'Dema ku jin ji bo dawîkirina şer neqêrin dê qirkirin berdewam bikin'

Hasibe anî ziman ku li Kurdistanê her roj qirkirin tên kirin û bedena jinan hedef tê girtin û wiha berdewam kir: "Ji bo dawîkirina vê hovîtiyê divê hemû gelên li Tirkiyê tayîbetî jî jin dakevin kolanan û dengê xwe bilind bikin." Hasibe bilêv kir ku wekedinê dê qirkirin berdewam bikin ji bo wê jî divê jinên kurd, tirk, erep, suryanî û azerî tevahî jin dakevin kolanan li hemberî şer deng derbixin. Hasibe bang li hemû jinan kir ku tevlî çalakiyan bibin û ew jî dengê xwe tevlî dengê aştiyê bikin.

(zt)