'Divê deng bê dayîna daxwazên girtiyan û berxwedan bê bilind kirin'
09:42
Zeynep Akın/JINHA
ÊLIH - Xizmên girtiyan diyar kirin ku gireva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PJAK'ê rastî tindiyan tên divê bi qasî tê xwestin piştevaniya çalakiya girtiyan bê kirin û daxwazên wan bên pejirandin.
Meclisa Dayîkên Aştiyê got; "Daxwazên girtiyan diyarin, bêyî gireva birçîbûnê divê daxwazên girtiyan bihatibana bersivdan. Ji ber mafê wan ên mirovî nadinê ketine gireva birçîbûnê ew jî têrnake ser de jî ji ber girevê tindiyê li wan dikin." Gireva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'ê ji ber daxwazên wan ên rakirina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, despêkirina muzakereyan, bidawîbûna êrîşên siyasî û leşkerî ser gelê kurd, cenazê YPG/YPJ yiyan ên li ser sînor bidin xwediyê wan hatiye despêkirin di roja 21'an de berdewam dike. Jinan dan zanîn ku bi qasî tê xwestin ji bo alîkariya gireva birçîbûnê ya girtiyan deng nehat bilind kirin ser de jî girtîgeh tindiyê li wan dikin.
'Girtiyên nexweş di gireva birçîbûnê denin'
Şukran Akkurt a ku birayê wê 22 salin di girtîgehê deye niha li Girtîgeha Kandirayê dimîne balkişand ser gireva birçîbûnê ya girtiyan û wiha got: "Girtiyên nexweşê penceşêrê û yên çavê wan nabînin niha di gireva birçîbûnê denin. Birayê min jî ji çavê xwe û çokê xwe emelyat bûye û niha di gireva birçîbûnê dene. Em hînbûn ku ser wan tindiyê dikin av û elektirîka wan birîne. Bi tindiyan bersiva daxwazên wan didin."
Şukran anî ziman ku bi qasî tê xwestin deng nehat dayîna gireva birçîbûnê ya girtiyan û wiha domand: "Divê em dengê xwe bilind bikin. Ji bo deng bilindkirinê divê em li benda derketina tabûtan nesekinin. Divê her kes li hember vê rewşê rabin ser lingan. Ji ber daxwazên wan daxwazên mirovîne. Bê xwestin emê dayîk jî ji bo bicîhanîna daxwazên wan têkevin gireva birçîbûnê."
'Hema bersiva daxwazên girtiyan bidin'
Yek dinê ji xizmên girtiyên nexweş Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Sultan Azboy wiha axivî: "Birayê min li girtîgeha Sêrtê dimîne. Di çavên wî de pirsgirêk hene, nexweşê dile û niha di gireva birçîbûnê dene. Rêberê me bi mehane dibin tecrîdê dene, cenzên me nadin malbatan û qirkirinê ser gelê sivîl dikin. Ew jî li hemberî van kirinan ji bo alîkariya ji derve ketine gireva birçîbûnê. Ewladên me ji ber mafên mirovî nadin me ketine gireva birçîbûnê. Ev jî têrnake tindiya ser girtîgehan hîn zêdetir kiriye. Ji xwe wan bedena xwe daye gireva birçîbûnê ev tindî û îskenca wan ji bo çiye? Ma bersiva we ya çalakiyê eve."
'Divê em li çalakiyê xwedî derkevin û tekoşînê bilind bikin'
Sultan bilêv kir ku li her devera Kurdistanê qirkirin hene weke dayîk ewê berê xwe bidin kîjan alî ew jî nizanin û wiha berdewam kir: "Di xewê de jin û dayîkên me qetildikin. Li Silopiya 3 mirovên me yên dinê jî qetilkirin ewqas bi hovane qetilkirin ku xwîna wan heya hewa bilind biribûn. Girtiyên me di gireva birçîbûnê denin, ji her aliyî ser hev cenaze tên. Bila êdî bibînin em gel di kîjan rewşê denin. Em di pêvajoyek ewqas girandenin êdî emê çî bêjin em jî nizanin. Lê em baş dizanin ev îskence, qirkirin û mirin dê nikarin gavan bi me paşde bidin avêtin. Emê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li gel girtiyên xwe bin. Emê di şopa Rêberê xwe de bimeşin. Emê li gel gerilayên xwe bin."
Di dawiyê de Sultan banga xwedîderketina li çalakiyê kir.
(zt)