28 salin jinên di enfalê de winda bûn li kune?(1)

09:45

Newroz Dijwar/JINHA

GERMİYAN - Rejîma Baas 28 sal berê li dijî gelê kurd komkujî pêk anî. Di operasyona Enfalê ya komkujiya gelê kurd de bi deh hezaran mirov hatin qetilkirin. Bi hezaran jin rastî tacîz û tecawizê hatin. Li bazaran hatin firotin. Li gorî belgeyên fermî jinên enfalê yên ji bo di qulubên şevê de bixebitînin şandin Misirê, hêj agahî ji wan nayê stendin.

Hêzên dagirker li ser axa Kurdistanê heta niha bi sedan komkujî pêk anîn. Bi deh hezaran kurd qetil kirin û înfaz kirin. Jinên kurd rastî tacîz, tecawizê hatin û li bazarên koleyan hatin firotin. Di enfala li dijî kurdan pêk hat de jî, bi hezaran jinên kurd rastî tacîz û tecawizê hatin û şandin Misirê. Di ser Enfala herêma Başûrê Kurdistanê re 28 sal derbas bû. 28 sal berê rejîma dîktator a Baasê li Kurdistana Başûr li dijî gelê kurd komkujî pêk anî. Operasyonên Enfalê di salên 1987-1989'an de berdewam kir û bi deh hezaran mirov hatin qetilkirin. Li gorî çavkaniyên fermî yên rejîma Baasê operasyon di navbera 23'ê Sibata 1988'an û 6'ê Îlona 1989'an de pêk hat. Di vê operasyonê de jin hatin revandin û hatin firotin.

Heta niha bi jinên rastî tacîz û tecawizê hatin re qet nehat axaftin

Di komkujiya Enfalê de ligel înfazên komî, sirgûn û operasyonên hewayî û bejayî de 77 caran êrîşên kîmyevî pêk hatin. Yek ji herêmên rastî êrîşên çekên kîmyevî hatin jî Helepçe bû. Di komkujiya Enfalê de kurd rastî komkujiyê hatin û ev bû sîmge. Di enfalê de nêzî 100 hezar û 180 hezar mirov hatin qetilkirin. Li gorî çavkaniyên fermî jî 150 hezar mirovên sivîl hatin qetilkirin. Lê hêj hemû gor nehatine vekirin û hêjmara mirovên hatine qetilkirin nehatiye zelalkirin. Di înfazên komî de ciwan hatibin qetilkirin jî di êrîşên hewayî de zarok, kal, pîr ciwan û jin bi çekên kîmyevî hatin qetilkirin. Bi hezaran jin rastî tacîz û tecawizê hatin û li bazaran hatin firotin. Lê ev rastiya Enfalê nehatiye axaftin û yek ji drama enfalê ye. Gelek jinên ku hêj wê derûniyê dijîn di nava tekoşînekê dene. Jinên Enfalê û jinên Êzîdî diyar dikin ku herî zêde ew vê êşê dizanin.

Di hedefê de îmhaya giştî ya Kurdan hebû

Piştî rejîma Saddam Huseyin têk çû gelek belge û delîl hatin destxistin. Li gorî van belge û şahidên enfalê di operasyonên Enfalê de armanc îmhaya giştî ya gelê kurd hebû. Li gorî belgeyan ev berê hatibû plankirin û komkujî li gorî planê pêk hatiye. Herêm berê ji aliyê leşkeran ve tê dorpêçkiri. Ketin û derketina herêmê tê qedexekirin. Piştre leşker dikevin nava gundan û dest bi hilbijartina mirovan dikin. Leşker mirovan dineqînin û bi maşîneyên leşkerî dibin cihên 'nediyar'. Piştre gund û warên jiyanê vala kirin, mal û milkê wan talan kirin, sewal û zeviyên wan desteser kirin. Leşkeran bi teqemenî u dozeran, dibistan, mizgeft û xanî tev hilweşandin û her der wêran kirin. Darên teham tev birîn û bostan tev şewitandin.

Di hedefa rejîma Baasê de tevahî îmhaya kurdan hebû. Di vê operasyonê de gundên Suryanî, Êzîdî, Turkmen û cuhiyan jî hatin îmhakirin. Hemû herêmên li dervê Kurdistanê bê mirov hatin hiştin. Her der wekî hekêmên qedexe hatin îlankirin. Hemû nebat û ruhber tev hatin tunekirin, hemu zindî tune kirin.

Li gorî daneyên fermî 18 jin birin Misirê

Di Enfalê de tenê bi kuştinê bi sînor nekirin. Bi taybetî jin rastî pêkanînên dijmirovahiyê hatin. Wekî pêkanînên çeteyên DAIŞ bi serê wan de hatin. Jin kirin kole û firotin dewletên biyanî. Gelek jinên rastî enfalê hatin hêj nehatine ser derûniya berê. Di wê demê de li gorî daneyên fermî 18 jinên ciwan ên kurd hatin revandin û firotin qulubên şevê yên Misirê. Jinên ciwan firotin şêxên Yekîneya Amîrên Ereban, Katar, Kuveyt û Suudi Arabistanê

Mexdûr dixwazin ev wekî komkujî bê qebûlkirin

Jin û zarokên rastî komkujiya enfalê hatin, rastî gelek nexweşiyên civakî û derunî hatin. Her çend hikûmeta herêmê dixwaze van pirsgirêkan çareser bike jî bi qasî tê xwestin alîkariya maddî û manevî nade wan. Hêj gelek kesên hatin qetilkirin di gorên komî de ne. Malbat dixwazin gorên komî bên vekirin. Li gorî daneyê Wezareta Enfal û Şehîd heta niha di gorên komî de 104 zarokên temenê wan di navbera 0-3 salî de hatine dîtin.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Federal 14 Nîsanê wekî "Roja Biranîna Enfalê îlan kir. Xizmên kesên di enfalê de jiyana xwe ji dest dane jî dixwazin kesên bûne sedema vê yekê ji sûcê komkujiyê bên darizandin. Her wiha dixwazin Enfal wekî sûcê navneteweyî bê îlankirin û qebûlkirin.

Sibê: Şopdarê Doza Enfalê u Parlamentera YNK'ê ya berê Gulale Germiyan: Komkujiya Enfalê û jinên winda.

(mae/rc)