'Ez naxwazim tabûtê kurê xwe ê bi alê Tirkan hatî alandin hemêz bikim'

11:12

NÛÇE....MANŞET



Bêrîtan Canozer / JINHA

AMED - Dayîka leşker Gûlîstan Erek diyar kir ku, ciwan dibin qûrbanê xeyalê seroktiyê û wiha got: "Ji bo dayîkek ku ewladê xwe winda kirî, dikare behsa kîjan kêfxweşiyê bike? Piştî min ewladê xwe winda kir welat saxbe çiye, sax nebe çiye? Ez naxwazim tabûtê kurê xwe ê bi alê Tirkan hatî alandin hemêz bikim."

Di çerçoveya konsepta topyekûn şer û tûne kirinê a li hemberî gelê Kurd hatî despêkirin de, di du mehan de 78 sivîl jiyana xwe ji dest dan û ji 600 kesên hatin binçavkirin de 300 ji wan hatin girtin. Di encama pêvçûnên dijwar de, bi dehan leşker, polîs û gerîlla jiyana xwe ji dest dan. Civak jî li hember şer her dem daxwaza xwe a aştiyê tîne ziman, bi taybet jî jin ji bo aştiyê dertên kolanan û malbatê leşkeran dibêjin "Ev şer şerê Sarayê ye" û ew ê dê zarokên xwe neşînin leşkeriyê. Dayîka leşker Gûlîstan Erek diyar kir ku, dixwazin ciwanan bikin qûrbanê Sarayê û AKP'ê û bang li tevahî dayîkan kir ku ji bo zarokên xwe bibin mertal.

'Ev agir dê wî jî bişewitîne'

Gûlîstan da zanîn ku pêvajoya aştî bi salane ji yek alî ve tê rêveberin û ew bi xwe jî 15'e sale têkoşîna aştiyê dide. Gûlîstan bi lêvkir ku serkeftina HDP'ê di hilbijartinê de dexwaza Seroktiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan vala derxistiye û bingeha hemû êrîşan ji vê sedemê digre. Gûlîstan got ji ber vê yekê kê dengê xwe da HDP'ê girt pêşbirê xwe û şer da despêkirin û wiha domkir: "Her derî xist nava agir, ev agir jî dervî wî herkesî dişewitîne. Lê nizane ku rojek bê ew ê jî di vê agirê de bişewite."

'Çima zarokê wî ne li leşkeriyê ye'

Gûlîstan anî ziman ku gotina Tayyîp Erdogan ên 'Polîsên min, leşkerê min' ji devî wî nakeve, lê ew bi jiyana wan nafikire û wiha got: "Eger ewqas polîs û leşkeran hezdike, çima kurê wî ne leşker ango polîse? Çima kurê wî raporê xirabûyî digre û xwe ji leşkeriyê xilas dike? Dibê qey tenê kurê wî ewlade. Dervî zarokên xwe bi ewladê kesekî nafikire. Ez Kurdim û bi salane ez hesreta aştiyê dijîm. Di vê riyê de bi dehan can me winda kir. Berdêl çiye em dizanin, ji dil me êşê wê kişand êdî bese. Em êdî şer naxwazin."

'Ez naxwazim tabûtê kurê xwe ê bi alê Tirkan hatî alandin hemêz bikim'

Gûlîstan diyar kir ku herî zêde dilê dayîkên Kurd dêşe û herî zêde dayîk û jinên Kurd têkoşîna aştiyê didin. Gûlîstan bi lêvkir ku kurek wê li leşkeriyê ye û wiha domkir: "Eger tiştek bi kurê min bê kî dê hesabê vê yekê bide? Ez naxwazim kurê min ji ber Erdogan û Sarayê wî bimre. Ez naxwazim kurê min bibê qûrbanê paldankê Sarayê. Ewladê min ê ku ez bikim qûrbanê seltenatê Sarayê tune ye. Min ew zaroka 9 mehan di zikê xwe de hilda. Min nexwar, venexar, li xwe nekir, lê min wî têrkir û ji tiştek mehrûm nekir. Eger tiştek jê bê Erdogan wê cihê wî bi çi dagre? Dibêje 'çi xweşe ewladê wî şehît ketiye'. Kuderê vê kêfxweşiye? Dayîkek ku ewladê xwe winda bike dê behsa kîjan kêfxweşiyê bike? Piştî min wladê xwe winda kir welat saxbe çiye, sax nebe çiye? Ez naxwazim tabûtê kurê xwe ê bi alê Tirkan hatî alandin hemêz bikim. Bila dawî li vî şerî bê û kes nebê qûrbanê vî şerî. Ne tenê leşker ango gerîlla, bi dehan zarok, ciwan û pîr dibin qûrbanê vî şerî. Eger tenê ji ber ez dibêjim bertek dê bê nîşandan; bila ew biçin leşkeriyê biçin şer. Ji cihê ku rûniştine dibêjin 'ewladê xwe bişînin'. Wiha bi gotinan nabe."

'Em bi hevre ji bo zarokê xwe bibin mertal'

Gûlîstan destnîşan kir ku tu pirsgirêkê wan bi gelê Tirk re tune ye û wiha got: "Kurd, Tirk, Çerkes, Turkmen û Ermeniyê vî welatî hemû ewladên me ne. Axê me, welatê me û hevalên me ne. Ji mirinê yek kesî re jî em ê çavê xwe negrin. Ne tenê em li dijî mirinê zarokê xwe ne. Ji çi nîjadî, ziman, bawerî û çandî dibe bila bibe em ne razîne dayîk bigrîn. Tu dayîk ji bo şerê paldankê naxwaze zarok, bav û birayê xwe bike qûrban. Qendîl bombebaran dikin û dibêjin' aştî tê'. Berê leşkeran didin mirinê û dibêjin 'aştî tê'. Sivîlan qetil dikin û dibêjin 'aştî tê'. Şer bixwastibana dê xwîn ne rijandibana. Li her derî şer dane despêkirin. Ez lanetê li şerê AKP'ê tînim. Bila dayîkên Tirk jî destê xwe dirêjî destê dayîkên Kurd bikin û em bi hevre li pêş zarokên xwe bibin mertal. Em li hember şer bêdeng nemînin, rawestandina vî şerî erkê dayîkane."

(rc)