Kobanê dê wek 'Bajarê Şehîdan' bê nasîn

12:06

JINHA

KOBANÊ -Fermandariya YPG’ê ya Kobanê piştî berxwedana dîrokî ku li tevahiya cîhanê deng veda, konferansek girîng û dîrokî lidar xist. Di konferansa ku mijarên siyasî, leşkerî, rêxistinî, pirsgirêkên derketine holê bi awayekî berfirehî hatin nirxandin de, gelek biryarên girîng hatin girtin.

Konferans bi navê "Konferansa Berxwedana Kobanê ya YPG'ê" di navbera 23’ê Tebax û 1’ê îlona 2015’an de bi beşdariya 215 delegeyan hate lidarxistin. Encamnameya konferansa ku gelek mijar hatin nirxandin, îro di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin.

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku biryar hatiye girtin ku berxwedana yekpare ya ji hemû hêz û pêkhateyan bê berfirehkirin, peyker û abîdeyên şehîdên berxwedanê bêne çêkirin, her wiha kesên ku di serhildana Bakur a ji bo Kobanê de jiyana xwe ji dest dane û qurbaniyên komkujiya Pirsûsê wekî şehîdên berxwedana Kobanê bêne qebûlkirin, di çarçoveya ji nûve birêxistinkirina YPG/YPJ’ê de hostahiya şerê gel ê şoreşgerî bê pêşxistin. Her wiha bang li ereban û netewên din hate kirin ku yekîtiya berxwedana hevpar ava bikin. Ji welatiyên Kobanê yên koçber bûne jî hate xwestin ku vegerin û xwedî li welatê xwe derkevin.

Di konferansê de bilançoya şer jî hate dayîn û hate destnîşan kirin ku ji 15’ê îlona 2014’an heta Tîrmeha 2015’an hejmara şehîdan 861, hejmara birîndaran jî 2192 e.

Di nava van dîrokan de 4896 çete jî hatine kuştin.

Encamnameya konferansê wiha ye:

"Konferansa Berxwedana Kobanê ya YPG’ê di dîrokên 23 Tebax-1 Îlonê de bi beşdariya 215 delegeyan bi bawerî, îdîa û biryardarî û serketinek mezin temam bûye. Konferansa me di çarçoveya mijarên, 'Nirxandina geşedanên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn, Kurdistan û qada navneweyî, tespîtkirina pirsgirêkên leşkerî, taktîk û rêxistinî yên di pêvajoya şer û berxwedana Kobanê ya 2014-2015’an de derketine holê, rexne û rexnedayîn û biryaran' de xalên rojevê diyar kirine û nirxandinên berfireh kirine.

Herêma me û welatê me di pêvajoyeke dîrokî ku qederê diyar dike de derbas dibe. Di destketiyên dîrokî yên derketine holê de, di serî de berxwedana lehengî ya ku bi pêşengiya YPG/YPJ’ê hatiye nîşandan, rola têkoşîna azadiyê ya gelê me û ya herî girîng jî rola şehîdên me diyarker bûye. Di vê çarçoveyê de konferansa me li hemberî rastiya berxwedana Kobanê û rastiya şehîdan, di bingeha rexne û rexnedayînek xurt de gihîştiye biryardariyên girîng û watedar.

Bi ruh û heyecana şoreşgerî ku xeta berxwedan û fedaî ya ku di kesayeta Revanan, Arînan, Gulanan, Ozguran, Dilovanan, Gelhatan, Diyaran, Paramazan de hatiye nîşandan, afirandiye em di serî de gelê Kurdistanê, hemû gelan silav dikin û dibêjin ji hemû mirovahiyê re pîroz be. Li gorî vê;

1- Rojhilata Navîn bûye navenda pevçûnên dijwar ku rojane tên jiyandin, di heman demê de bûye navenda çareseriyên dikarin pêşbikevin jî. Ji ber vê yekê jî hemû hêzên kurewî, herêmî, xwecihî û civakî, neçar mane ku di nava vê pêvajoya dîrokî ya ku niha pêş dikeve de cîh bigirin. Hêzên hegemon ên navnetewî hewl didin ku Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve ava bikin. Di nava hewldanên ku bi denge û sererastkirinan re temenê xwe dirêj bikin de ne. Hêzên demokratîk û civakî yên ku li hemberî dorhêlek kaotîk a qeyranî ya herêmê têdikoşin jî di nava lêgerînek girîng de ne. Bêguman hêza ku di dorhêla bi kaos û qeyranê ya Rojhilata Navîn de derketiye holê û şansê yê serketinê gelekî bilind e, hêzên civaka demokratîk in. Şoreşa netewa demokratîk a Rojava ku wekî tekane alternatîf şekil girtiye, di heman demê de li hemberî sîstema dewlet û desthilatdariyê ya cîhanê, ji bo gelên cîhanê vebijêrkek nû ye. Şoreşa Rojava ne tenê gelên me yên herêmî, di heman demê de bûye şoreşek ku gelên cîhanê jî rasterast eleqedar dike.

Bi şoreşa Rojava ku di sala 2012’yan de pêk hat re, di warê dîroka me ya têkoşînê de pêvajoyek nû destpê kiriye. Bi destketiyên neteweyî yên ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd derxistine holê re, êdî em ketine pêvajoya avakarina netewa demokratîk, jiyana nû ya azad û pêvajoya parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe. Şoreşa me ya Rojava ku ketiye sala xwe ya 4’an, di asta niha de, li tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn bandor li ser mirovahiyê kiriye, nirxên dîrokî û civakî parastine û li dora xwe kiriye yek. Di vê wateyê de Şoreşa Rojava bûye îfadeya şoreş û berxwedana Rojhilata Navîn a Demokratîk, di heman demê de bûye îfadeya berxwedana gelên herêmê. Di vê wateyê de li Kobanê li hemberî faşîzmê di asta gerdûnî de jî têkoşîna demokrasî û azadiyê hatiye meşandin, lewre berxwedana Kobanê şêweyekî gerdûnî qezenç kiriye û bûye şoreş û berxwedana mirovahiyê jî. Çeteyên DAIŞ’ê yên paşverû û hov ku rêxistinek taşeron a navnetewî ye, li hemberî têkoşîna gerdûnî ya hatiye meşandin û berxwedana lehengî ya gelê me yê Kurdistanê têkçûneke dîrokî dîtiye.

Serketina berxwedanê ya Kobanê, bûye bingeha têkneçûyîna şoreşa Rojava û kokgirtina wê. Di heman demê de ji bo pêşxistina Şoreşa Suriyeyek Demokratîk jî bûye pêngaveke girîng.

2- Di konferansa me de yek ji mijarên din ku herî zêde hatine nirxandin jî, mînakên berxwedana lehengî ya ku rêhevalên me yên YPJ’ê di berxwedan û şerê Kobanê de nîşan de bûn. Di berxwedana ku li hemberî êrîşên çeteyan bi armanca parastina gelên Rojava hatiye meşandin de, ji hêza fermandariyê beşek girîng fermandarên jin ên YPJ’ê bûn, di mewziyan de jî lehengiyên mezin hatine nîşandan. Li hemberî hemû cure dirûtî, nemertî (rezîltî) û komkujiyan ji bo jiyana azad di bedenên xwe de bombe teqandin û di dil û mejiyê dijmin de tirsek mezin ava kirin. DAIŞ îfadeya zîhniyeta zilam a serdest a 5 hezar salan û çanda tecawizkar a ku vê zîhniyetê afirandiye, her wiha nasnameya wê ye. Di vê wateyê de dijminê jin û mirovahiyê ye. Têkoşîna mirovahî û azadiyê ku YPJ’ê li hemberî rêxistinek çeteyan a wiha barbar û hov daye meşandin, di asta herêmî û gerdûnî de heyranî û heyecanek mezin afirandiye. Li her dereke cîhanê bandorek mezin afirandiye û meraq û sempatiyek derxistiye holê. Bi taybetî jî li Rojhilata Navîn hêzeke bêhempa ya jinê xistiye nava tevgerê, aniye ba hev û derfeta zemînên rêxistinî yên hevpar dane. Berxwedan û pêngava şoreşgerî ya ku di kesayeta Destîna Qendîl, Jiyan Rojhilat, Hebun Dêrîk, Stêrk û Zehra Penaber de û bi pêşengiya YPJ’ê pêş ketiye, hevparî, piştevanî û pêşengiyek dîrokî ya jinê afirandiye.

Berfirehkirina eniya berxwedêr a yekpare

3- Di konferansa me de rola hêzên şoreşger, demokratîk û çepgir ku di berxwedana Kobanê de cîh girtine, her wiha rola hêzên Kurdistanî ku di nava piştevaniyê de bûn jî hatiye nirxandin. Hewldanên ku xizmeta biratiya gelan û yekîtiya wana netewî dikin, her wiha vana pêş û bihêz dixin wateyeke mezin îfade dikin. Ji niha û pê de jî li hemberî faşîzmê, li ser esasê têkoşîna birêxistinkirî hîn zêdetirîn berfirehkirina eniya berxwedêr a yekpare û bi serkeftî temamkirina wê, dê bibe yek ji peywîrên me yên bingehîn. Bi taybetî hêzên me yên YPG/YPJ’ê bi hêza xwe ya cewherî û îradeya xwe, bi cesaret û biryardariyek mezin pêşketin nîşan dan. Di vê pêşketinê de hêzên koalîsyonê jî piştgirî daye û ji bo wan jî cuda spasî hatiye kirin.

Banga hevpariya bi pêşengiya YPG/YPJ'ê

4- Konferansa me li hemberî neteweperestiya ku gelan, nasnameyan, bawerî û çandan perçe dike, li hemberî nîjadperestî û mezhebparastiyê girîngiya avakirina rêxistinkirin û tifaqên leşkerî, siyasî û dîplomatîk ên ku wê xizmeta pêşketina federasyona Suriyeyek demokratîk, wekhev û azad bike vegotiye. Bi vê armancê esas girtiye ku ji bilî hêzên Burkan El-Firat, li gel derdorên welatparêz ên ereban bi pêşengiya YPG/YPJ’ê hevparî bêne pêşxistin. Li gorî vê yekê bang li ereban û gelên din kiriye ku yekîtiya berxwedana hevpar ava bikin.

Pêngava sererastkirina bîrdozî û rêxistinî

5- Konferansa me pêvajoyên berxwedanê yên ku ji pêvajoya şerê 2013’an ê bi El-Nusra re destpê kirin û di salên 2014-2015’an de jî li hemberî DAIŞ’ê dom kirin bi berfirehî nirxandine. Pirsgirêkên leşkerî, taktîkî, rêxistinî û fermandarîkirinê bi berfirehî nirxandine, di pirsyariyek mezin re derbas kirine û li ser çareseriya wê ya ji kokê ve rawestiya ye. Nêzîkahiyên ku têrî nakin û di nêzîkahiyên li hemberî gel de derketine holê, bi berfirehî hatine rexnekirin, rexnedayîn hatiyedayîn û ji bo telafîkirina ziyanên derketine holê, biryarên girîng girtine. Biryar girtiye ku bi dirûşmeya “Di xeta berxwedaniya Kobanê de em xwe jinu ve birêxistin bikin, ji avakirina Suriyeyek demokratîk re pêşengiyê bikin” di bingeha sererastkirina bîrdozî û rêxistinî de hemle bê destpêkirin.

Çêkirina peyker û abîdeyên şehîdan

6- Konferansa me derbarê şehîdan de jî biryarên girîng girtine. Şehîdên me li hemberî teslîmiyet, înkar û tinekirinê bûne sembolên lûtkeyî yên têkoşîna parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe. Şehîdên me bûne îfadeya girêdana bi xeta azadiyê re, her wiha li hemberî teslîmiyetê bûne îfadeya sekna jina azad û zilamê azad. Bi nasnameyên xwe yên cuda jî bûne sembolên biratî û yekîtiya di navbera gelan de. Di vê çarçoveyê de qebûl kiriye ku bajarê Kobanê wekî “Bajarê Şehîdan” bê naskirin û bi vê mîsyonê bê bibîranîn. Di vê bingehê de biryar girtiye ku peyker û abîdeyên şehîdên me yên mezin ku bi rihê fedayî bûne sembola berxwedan û lehengiyê bêne çêkirin. Biryar girtiye ku şehîdên me yên Bakurê Kurdistanê yên ku mînakek mezin a fedakariyê nîşan dane û bi serhildanan xwedî li berxwedana Kobanê derketine û canê xwe feda kirine, her wiha şehadetên di komkujiya Pirsûsê de çêbûne jî wekî “şehîdên berxwedana Kobanê” bêne qebûlkirin û bibîrananîn.

Hostebûna di şerê gel 3e şoreşgerî de û bihêzkirina sîstema parastinê

7- Konferansa me di bingeha jinûve birêxistinkirina YPG’ê de biryarên girîng girtine. Biryar hatiye girtin ku xeta parastina cewherî, ruhê parastina cewherî, hişmendî û birêxistinkirina wê bê bilindkirin, xwe bigihîne têgihîştina tektîkî, mewzîbûn û terzê liv û tevgerê yê ku dê şerê gel ê şoreşgerî bi hostayî bimeşîne û li gorî wê sîstema parastinê bê bihêzkirin.

8- Konferansa me banga mezinkirina hêza YPG/YPJ’ê kir, her wiha bang li gelê Kobanê yê ku neçarî koçberiyê bûye kir ku xwedî li ax û welatê xwe derkeve û vegere.

9- Ji 15’ê îlona 2014’an heta Tîrmeha 2015’an bîlançoya şehîd û birîndaran: Hejmara giştî ya şehîdan: 861. Hejmara birîndaran: 2192

Bîlançoya windahiyên dijmin û amûrên leşkerî yên hatine bidestxistin:

– Hejmara kuştiyan: 4896,

– Hejmara cenazeyên dijmin ên hatine bidestxistin: 2008

– Wesayîtên hatine derbkirin: 151 wesayit, 17 tang, 5 panzer, 14 doçka

– Hejmara wesayîtên bombebarkirî yên teqiyane û hatine teqandin: 63

– Çekên hatine bidestxistin: 1086 kelaşnîkof, 177 BKC, 176 B-7, 43 çeka Qernas a sûîkastê, 33 doçka, 35 hawan

– Mayinên hatine bêbandorkirin, hatine desteserkirin: 750, hejmara giştî ya mayin û topa cehenemê: 8762

Her wiha bi sedhezaran gule, bi hezaran roket, hejmarek zêde ya amûrên teknîkî û cebilxaneya leşkerî hatine desteserkirin.

10- Konferansa me careke din aşkera kiriye ku wê wekî her carê ji niha û pê de jî girêdayî pêdiviyên Peymana Cinêvê ya navneteweyî ku YPG’ê îmze û qebûl kiriye be."

(rc)