Navenda Dersimê di bin gulebarana polîsan de ye!

12:37

JINHA

DERSIM - Li Dersimê piştî êrîşa li hemberî qereqolê polîs navenda bajêr gulebaran dikin.

Li hemberî Qereqola Şehîd Nafî Karabulut a li navenda Dersimê êrîş pêk hat. Piştî êrîşê polîs derketin ber deriyê qereqolê û bê ser û ber navenda bajêr gulebaran kirin. Hate ragihandin ku polîs sivîlan gulebaran dikin û jiyana sivîlan di bin xetereyê de ye.

(rc)