Ji bo zarokên Kampa Newroz şahiyek hate li darxistin

13:24

JINHA

QAMIŞLO - Heyva Sor ji bo zarokên Kampa Newrozê a bajarê Dêrikê bi şahiyêk li ser girîngiya paqijiyê rawestiyan.

Li Kampa Newroz a bajarê Dêrik a Kantona Cizîrê Heyva Sor şahiyek ji bo zarokan amede kir. Şahî bi armanca li ser girîngiya paqijiyê bê rawestandin hat amede kirin. Pêşbirka ku bi dest şûştinê despêkir bi stran û govendê bi dawî bû. Xebatkarê Heyva Sor a Kampa Newroz, Newroz Xelîl derbarê amedekariyên ku kirine de wiha got: "Ji bo ku em zarokan hînê paqijiyê bikin û fêrî xwe parastinê bikin, diviya em rêbazên cûda bikar bînin. Ji ber vê wek xebatkarên Heyva Sor me rêbazê bi hereketên berbiçav û zindî nîşankirin tercîh kir."

'Divê zarok hînê xwe parastinê bibin'

Xebatkara Heyva Sor Leyla jî balkişand ser derfetên Kampa Newroz û wiha got: "Di peyda kirina gelek pêdiviyên jiyanê de astengî li kampê tê jîn, ji ber germahiya dijwar gelek nexweşî jî pêşdikeve. Divê em zarokan hînê xwe parastinê bikin ku tenduristiya wan baş bimîne û nexweş nekevin. Ji ber piştgiriya rêxistina TEV- DA jî em spasiya xwe tînin ziman."

(rd-zk/rc)