Ketin û derketina Dersimê hate qedexe kirin!
14:10
JINHA
DERSIM - Li Dersimê piştî êrîşa li hemberî qereqolê polîsan navenda bajêr gulebaran kir û 2 welatî birîndar bûn. Piştî êrîşê ketin û derketina bajêr hate qedexe kirin û hate zanîn ku di êrîşê de gerîllayek HPG'ê jiyana xwe ji dest daye, gerîllayek jî birîndar ketiye.
Li navenda Dersim li hemberî Qereqola Nafî Karabulut a li ser Caddeya Cumhuriyetê êrîşa gerîllayên HPG'ê pêk hat. Piştî êrîşê polîsan navenda bajêr gulebaran kirin. Di gulebarana ku sivîl hedef hatin girtin de 2 welatî birîndar bûn. Hate zanîn ku di êrîşê de gerîllayek HPG'ê jiyana xwe ji dest daye, gerîllayek jî birîndar ketiye.
Hate ragihandin ku her du HPG'yî û welatiyên birîndan rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê. Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun û gelek welatî li ser Caddeya Cumhuriyetê rawestiyane û car caran di navbera polîs û welatiyan de alozî çêdibe.
Li ser gelek sikak û caddeyên navenda bajêr polîsên tîmên taybet hatine bi cih kirin û ketin û derketina bajêr jî hatiye qedexe kirin.
(rc)