Çîrokek ecêb ya devletê! Meleyê ne fermî bi nivîsa fermî ji kar hate girtin!
14:34
JINHA
SÊRT - Meleyê bi navê M. Emîn İdîn ku 14 sale li gundê Dogan a girêdayî Perwariyê meletiyê dike, rexmê ku ne bi awayek fermî meletiyê dike bi hinceta ku bi kurdî waaz daye bi nivîsek fermî ji kar hate girtin û çûyîna wî ya mizgefta jî hate qedexekirin.
M. Emîn İdînê ku 14 sale bi awayek meleyê rûmet li gundê Dogan (Hosyana) ya girêdayî navçeya Perwariya Sêrtê bû êdî meletiyê nake. Mele M.Emîn Îdîn ê ku di pêvajoya hilbijartina giştî de namzetên HDP'yî dema ku hatibûn gund wan pêşwazî kiribû, bi hinceta ku li mizgeftê bi kurdî waaz daye, rexmê ku ne bi awayek fermî meletiyê dike ji alî qeymeqamtiya Perwariyê ve bi nivîsek fermî ji kar hate girtin. Li gel ji kar girtina M. Emîn Îdîn, peywir girtin û çûyîna wîya mizgeftek din jî hate qedexekirin û her wiha di nivîsa fermî de cih girt ku li cihekî din meletiyê bike divê ji alî muxtar an jî jendermeyan ve ji qeymeqamtiyê re were ragihandin. Gundiyên ku 70 sale meleyê bi qadro naxwazin û li pey melayê ku wan hilbijartiye nimêjê dikin, wekî demên berê heqê mele jî bi awayek komun di nav xwe de berhevdikin. Gundiyên ku pêhesiyan wê meleyek biqadro were şandin bertek nîşan dan û li gel qedexekirina çûyîna mizgeftan a M.Emîn Îdîn, ji meha Remezanê û vir ve di kona ku li qada gund hatiye vekirin wezîfeyên xwe yên olî pêktînin.
Nimêja hemû gundiyan a li vê konê heman demê de "İn ên Sivîl" a bi kurdî ku di 2001'ê de hatibû rojevê û demek dirêj berxwedabû anî bîran.
"Gotina tu nikarî bi kurdî waazan bidî gotina tu nikarî 'bi kurdî biaxivî' ye"
Derheqê mijarê de jî lijneya extiyarên gund Ali Bulut wiha got: "Heqê meleyê xwe jî em didin. Ew bi çi heq'i çûyîna wî ya mizgeftê, waazdayina wî û pêşengtiya serdegirtina wî qedexe dikin." Alî bersivand ku qedexekirina waazdayina mele M. Emîn gotina "tu nikarî kurdî biaxivî" ye û wiha berdewam kir: "Ev çi gotine 'tu nikarî bi kurdî waaz bidî? Em ê nikaribin bi zimanê xwe peywirên xwe yên olî bi cîh bînin? Êdî bila devlet me rehet berde, tevlê meleyê me nebe an jî bila were ka meleyê me çi kiriye ji me re bibêje. Li dora sê mehan em li vê qadê nimêja xwe dikin. Çima li şûna mizgeftê em li vir nimêjê dikin, çi mafê dewletê heye viya li me dike? Em hemû gundî ji meleyê xwe razî ne, bilî vê kê eleqedar dike? Heya ku meleyê me were mizgeftê, waaz bide, xutbe bixwîne em ê li vir berdewamê nimêjê bikin. Em bi biryar in. Heya ev yek çareser nebe em ê neçin wê mizgeftê."
"Em bi helwesta keyfî ya dewletê re rû bir û ne"
Ji yek kesên din yê lijneya extîyaran Siddik Kara jî wiha axivî: "Ev 30 sal in em li hember vê dewletê têdikoşin. Rojek me asayî derbaz nebû. Em hatin kuştin, şewitandin, gundê me hate talankirin. Ma êdî ne bes e? Tevlî îbadeta me jî dibin. Nahêlin ku em bi zimanê xwe îbadet xwe pêkbînin. Sûcê me çi ye? ewilî divê dewlet viya ji me re bibêje. Ji bo çi ev xedexeyiyan li me ferzdikin. Li holê tu tişt nin e. Yek pirsgirêka meleyê me pêşwazîkirina wekîlên HDP'yî ye. Em wekî din tiştekî din nabînin. Yek ne bi salan e waazên kurdî çima tafilê werin qedexekirin. Em bi awayek fermî bi helwesta dewletê ya kêyfî re rû bir û ne. Me Erdogan kir Serokomar, ma ev bû mafê me? Bila êdî van qedexeyiyan rakin, ev ne heqê me ye."
"3 meleyên biqadro jî were em naçin li pey wan nimêjê nakin"
Mahsun Babatê ku yek ji kesên ku hejmara wan li dora 300 xwendakarê li qursa Quranê ji mele M.Emîn Îdîn dersê werdigrin Pertek da vê rewşê. Mahsun wiha got: "Heya ku walî û qeymeqam dawî li vê zilmê neyne em ê li vir nimêja xwe bikin. Me got ku meleyê me neyê mizgeftê em ê jî nekevin mizgeftê û me mifte li deriyê mizgeftê xist. Êdî bila dev ji meleyê me berdin, ji van pêkanînên bêhiqûqî vegerin. Yek ji extiyarên me yên gund bi tirkî nizanin. Wê çi wateya waaza tirkî bimîne?" Mehsun ji bo gotin dê 3'ê meleyên biqadro bişînin gund wiha got: "Em meleyê biqadro naxwazin. Ji xwe ev 14 sal e li gund kesek ku meletiyê dike heye, em dixwazin berdewam bike. Em maeşê ji dewletê naxwazin. Bi her tiştê mizgeftê mele eleqeder e. Ne yek, sê meleyên biqadro were jî em li pey wan nimêjê nakin."
"Ku me raya bida Erdogan wê wisa nebûya"
Mahsun diyar kir ku heya ji alî qeymeqamtiyê ve nivîsek ku mele karê xwe berdewam bike neyê wê nimêja xwe ya li qada gund bidomînin û wiha pêde çû: " Ku dibejin sibe du sibe wê zivistan were, bahoz rabe dê dev ji çalakiya xwe berdin ew şaşin. Ku li vir hewa bikeve 50-60 derceyên bin sifirê jî em ê bidomînin. Hevce be em ê li kona xwe sobayekê daynîn û nimêja xwe bikin. Heya dawiyê em li pey meleyê xwe ne."
Mahsun anî ziman ku ev mijar ji meclisê re jî hatiye ragihandin û got: "Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim derheqê vê mijarê de pêşniyarnama pirsê pêşkeş kir. Lê tu kes bi vê mijarê eleqedar nabe. Tu çapemenî viya naweşîne. Lê ev ne sedema me ya dev ji têkoşînê berdan e. Li ser navê hemû gund bibêjim ku em ê serê xwe li ber vê zilmê netewînin. Li ser axa me îbadeta me ya bi zimanê me nikarin li me qedexe bikin. Mizgeft ne şert e. Em karin nimêja xwe li mal jî, li ser zêwiyên xwe jî bikin." Gurgun Bulutê ji lijneya extiyaran jî wisa got: "Ev mesele esasî mesele ya hilbijartinê ye. Ji ber ku me raya xwe neda Erdogan mele kirin hincet û bi ser me de hatin. Ku me raya xwe bida Erdogan vana nedihatin serê me. Hemû mesele meseleya raya ye."
(kç/rc)