Li Dêrgûlê hêzên kontrayê li ser karin

15:00

JINHA

ŞIRNEX - Li herêma Şirnexê piştî polîtikayên AKP’ê yê şer konsepta şerê qirêj yê salên 1990’an şûn ve vegeriyan. Hevserokê Dêrgûlê yê HDP’ê Dursûn Çakir duh bi şev ji aliyê cerdavanan û hêzên kontrayê ve hat birîndarkirin.

Li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê ku kirinên kontra û cerdevanan ên dermirovane pir lêhatiye jiyîn, tayîbetî jî di nava Şirnex û Cizîrê de cîh digrin di salên 1990’an de gelek kuştinên kiryarê wan ne diyar li ser vê rêyê qewimîn. Niha jî hêzên kontrayê duh bi şev pêşiya maşîna Hevserokê HDP’ê Dursûn Çakir girtin û wî bîrindar kirin. Ji ber rê girtinên Dursûn ji maşîna xwe hat xwarê lê cerdevanên rê girtî pêşî bi kundaqa çekê li milê Dursûn dan û piştre jî bi dar milê wî şikandin. Dursûn diyar kir ku tevî rûyê kesên lê xistine girtîbûye jî wan nas kiriye û ewê doz li van kesan veke.

‘Kesên min birîndar kirin cerdevan bûn’

Dursûn divêje di seetên şevê de di nav ciwane de şer derketiye û çiye ku wan ji hev dû biqetîne di vegerê de pêşiya wî hatiye girtin û wiha behsa bûyerê dike: "Li mehela jorî bûyer derket di nava me de 4 km hebû ez jî çûm ku têkevim navberê û wan bisekinînim, ez çûm ji bo bûyer mezin nebe min wan bela kir dema ez vegeriyam malê çend kesên ruyê wan girtî pêşiya min girtin.” Dursûn da zanîn ku kesê pêşiya wî girtine cerdavanê Dêrgulêbûne û di derbarê nasnama wan kesan de ev agahî da: "Ruyê wan girtî lê min dengê wan nas kir sisê ji wan kurê cerdevan Sekvan Demir in navê wan Sinan, Nevaf, Hadî ne û ew jî niha cerdevan in, di nava wan de kurê cerdevan Vezîr Demir Muhammed û Sartîf jî hebûn.”

‘Amadakariyê erîşên giran tên kirin’

Dursûn desnişan kir ku disa dixwazin bi kontra û hêzên tarî carekedin şerek têxin dewrê û wiha dewam kir: "Van kesan xwestin di şexsê min de erîşî partiyê bikin. Di sala 2006’da virde gele tişt kirin hevalekî me kuştin. Di refaranduma 2010 de havalê me disa birîndar kirin. Eynî van kesan erîşî konvoya Selahadîn kirin. Van kesan amadekariyê êrîşê giran tir dikin.”

(ma-zd/zt)