Li Erdişê Atolyeya Jinan a Buka Baranê vebû

15:30

JINHA

WAN - Li Erdişê ji bo hilberînên weke jin bebekên paç çêkirinê Atolyeya Jinan a Buka Baranê vebû.

Li Taxa Sulî ya navçeya Serdîşa Wanê jinên ji paç bebekan çêdikin Atolyeya Jinan a Buka Baranê avêkirin. Di atoliyaya dibiniya Şaredariya Erdîşê hat vekirin de rêveberên HDP û DBP'ê, aktivistên KJA yê, Hevşaredarê Erdîşê Abdurrahman Çagan, endamên meclisa şaredariyê, Akademiya Jinan a GABB a Rêveberiyên Herêmî û gelek welatî beşdarbûn. Di merasîma vekirinê de Cîgira Hevşaredara Erdîşê Gulderen Varli diyar kir ku piroje li ser daxwazên jinan pêşketiye û dê ji bo jinan xebatên xwe berdewam bikin.

Piştî axaftinan jinan li ber dengê Koma Erbana Navenda Çanda Ronahî govend gerandin.

(zt)