Li girtîgehan çi ji gel û wekîlan tê veşartin?

15:32

JINHA

ENQERE - Parlementera HDP'ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî Wezîrê Dadê yê ku wekîlên dixwazin li girtîgehan lêkolîna bikin ziyaret bikin asteng dike da û wiha got: "Ev helwestekî keyfî ye. Li girtîgehan çi ji gel û wekîlan tê veşartin? Kîjan binpêkirinên mafên mirovan ji me tên veşartin?"

Endamên Komîsyona Hiqûqê yên HDP'ê têkildarî lêkolînên li girtîgehan pêk bînin û ji aliyê Wezareta Dadê ve bi awayekî keyfî tên astengkirin li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Endamên komîsyonê wekîlên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Ertugrul Kurkçu, Burcu Çelîk Ozkan û Berdan Ozturk tevlî civînê bûn. Di civînê de ewil Meral axivî û diyar kir ku di rewşên şer de herî zêde li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan tên jîn û di demên dawî de jî binpêkirinên mafên mirovan li girtîgeha gelek zêde bûn.

'Kîjan binpêkirinên mafên mirovan ji me tên veşartin?'

Meral anî ziman ku demek dirêje ji bo li girtîgehan lêkolînan bikin ji Wezareta Dadê re serlêdan kirin lê tu bersiv nedan wan û wiha axivî: "Ev bi awayekî vekirî helwestekî keyfî ye. Li girtîgehan ji wekîlên gel çi tên veşartin? Kîjan binpêkirinên mafên mirovan ji me tên veşartin? Em dê di demek kin de vê çareser bikin."

'Girtîgehên Kurdistanê ji bo girtinên nû tên valakirin'

Meral sirgûnên di demên dawî de li girtîgehan pêktên nirxand û got bi taybet ji girtîgehên Kurdistanê girtiyan sirgûnî rojeva dikin û bi van sirgûnan girtî rastî îşkence, şîdet û gefan tên. Meral da zanîn ku girtîgehên Kurdistanê ji bo girtinên nû tên valakirin û tu ewlehiya canê girtiyên tên sirgûnkirin tuneye.

Meral bilêv kir ku hevşaredarên Surê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barut piştî hatin girtin sirgûnî Kirikkale û Sîncanê hatin kirin û wiha got: "Di salên 90'î de jî ewqas binpêkirinên mafên mirovan nedihatin jîn."

'Divê girtîgeh tenê neyên hiştin'

Meral wiha binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyeyê pêk tên rêz kirin: "Li hemû girtîgehên Tirkiyeyê bi awayekî keyfî û bi pergal binpêkirinên mafên mirovan pêk tên. Ev yek jî perçeyekî konsepta şer e. Divê neyê jibîrkirin îşkenceyên herî mezin li girtîgehan pêk tên. Li girtîgeha Amedê gelek mirin çêbûn. Divê girtîgeh tenê neyên hiştin."

Meral destnîşan kir ku li 92 girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê de 600 girtiyên siyasî di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Meral derbirî kir ku astengkirina wekîlan a li bi girtiyan re gelek bi guman e û pêkanînên li girtîgehan pêk tên di demên darbeyan de pêk tên.

'Li girtîgehan hiqûq înfaza dijminahiyê pêktê'

Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu jî diyar kir ku di pêvajoya pevçûn û şer dijwar bûyî de "hiqûq dijminahiyê" ketiye dewreyê û wiha got: "Li girtîgehan hiqûq înfaza dijminahiyê tê bikaranîn. Ev yekê jî bi şerê pêk tê re eleqedar e. Ziyaretên wekîlan ên li girtîgehan pêk bînin girêdayî wezîr bin ev di pergalên darbeyan de hene." Ertugrul da zanîn ku dibe rojên pêş de ji girtîgehan agahiyên nebaş bên.

Hate zanîn ku wekîl dê bi Wezîrê Dadê yê destûra wekîl biçin girtîgehan lêkolînan bikin nedayî re hevdîtinekî ji çapemeniyê re girtî pêk bînin.

(rc)