Jinên Çinarê: Ji bo aştiyê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin

15:49

JINHA

AMED - Jinên ku li Çinarê dest bi greva birçîbûnê kiribûn bi firandina kevokan çalakiya xwe bi dawî kirin. Li ser navê hevgirtiyên KJA'yê Hevseroka DBP'a Çinarê Hayat Akyol axivî û wiha got: "Ji bo aştî pêk were divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin, şer bê rawestandin û muzakere werin destpêkirin."

Li Çinara Amedê jin ji bo balê bikişînin ser şer û grevên birçîbûnê yê li girtîgehan 2 rojan greva birçîbûnê dan despêkirin. Ziyaretên ji bo destekdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya jinan didomin. Ji bo piştgiriyê Hevserokê Şaredariya Peyasê Fatma Arşîmet, Hevserokê Şaredariya Hezroyê Guler Ozavci Dogu, endamên herdu meclisên şaredariyan û jinên Çinarî tên ziyaretê.

Di serdanê Hevseroka Şaredariya Peyasê Fatma Arşîmet axivî û bal kişand ser pêvajoyê ev tişt gotin: "Pêşeroja Tirkiyê bi hatina cenazeyên gerîla, polîs û leşkeran tarî dibe. Ez ji vir bang li hemû jinên dilsoz, saziyên civakî, rewşenbîran, kesên hestiyar dikim û dibêjim bila hemû jinên Tirkiye dest bidin hev vî şerî bidin rawestandin. Jin ew ê ji vî şerî re bibêjin na. Ez hemû jinên hestiyar, rewşenbîr û saziyên civakî vedixwînim Kurdistanê."

Hevgirtiyên KJA'yê greva xwe ya birçibûnê bi daxuyaniyek bi dawî kirin. Daxuyanî li Navenda Jina ya Jînwar a Şaredariya Çinarê hat dayîn. Hevseroka DÎYAR TUHAD DER'ê Leyla Ayaz, Hevserokên DBP û HDP'ê yê navçeyê û rêvebirên wê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê jinan Hevseroka DBP'a Çinarê Hayat Akyol daxuyaniyê xwend. Hayat da zanîn ku ev greva birçîbûnê ji bo pêşî li şer bê girtin û ji bo grevên birçîbûnê yê li girtîgehan gihaştiye 21 rojan de mirin çêne be ev çalakî hatiye lidarxistin.

Hayat got ku ew xwestekên girtiyên sîyasî wekî yê xwe tê dibînin û ji bo ev xwestekê wan bi cih were dê çalakiyên wan berdewam bikin. Hayat xwestekên girtiyên sîyasî wiha rêz kir: "Divê demildest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, rawestandina şer, muzakere werin destpêkirin, cenazeyên YPG/YPJ'iyan yê li ser deriyê sînoran neye rawestandin û divê dawî li operasyonên qirkirinên sîyasî bên."

Hayat dest nîşan kir ku ji bo dewlet dest ji polîtîkayên xwe yê şer berde girînge jinên li rojava jî bertekên xwe nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin. Hayat daxuyand ku şer ji mirinê zêdetir tu tiştekî nayne û wiha berdewam kir: "Em ê wekî hevgirtiyên KJA ji bo aştiyê têkoşîna xwe bidomînin."

Hevseroka DÎYAR TUHAD DER'ê Leyla Ayaz da zanîn ku di 93 girtigehan de ji 5 hezarî zêdetir girtiyên PKK'î di greva birçîbûnê de ne û ev grev jî ket roja xwe ya 21'an, ji aliyê tu rayedaran jî gavek erênî nehatiyê avêtin.

Piştî axaftinan jinan kevokên aştiyê firandin û çalakiya xwe bi dawî kirin.

(fk/rc)