Yekîtiya Star amadekariyên kongrê dikin

15:50

JINHA

QAMIŞLO - Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê wekî gava yekemîn meclîsên xwe yên komînên jinan ji nû ve ava dike û ji bo avakirina meclîsa herdemî ya Yekîtiyê, konferansên xwe li seranserî bajarên Kantonê li dar dixe.

Yekîtiya Star li Kantona Cizîrê amedekariya Kongreya xwe ya duyem dike. Seroka Meclîsa Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Welîda Botî diyar kir ku armanc ji van konferansên li bajaran ew e ku meclîsên herdemî yên van bajaran bêne avakirin û rêveberiyeke ji hemû kar û xebatên Yekîtiyê berpirsyar be bête hilbijartin. Her wiha dê nûnerê û berdevkên van meclîsan jî bêne hilbijartin û dê cihê xwe di duyemîn kongreyê de bigirin. Yekîtiya Star heta niha konferansên xwe li bajarên Dêrik û Girkê Legê li dar xistine û meclîsên herdemî yên herdu bajaran avakirin. Her wiha rêveber, nûner û berdevkên van meclîsan jî hilbijartin. Derengmayîna lidarxistina konferansên bajarên wekî Hesekê û Til Temirê jî ji ber rewşa ewlekariyê bû.

Di konferansan de hemû rêveberên komîteyên girêdayî komînan, komîteyên dîplomasî yên jinan li bajaran, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, şaredariyên gel, çapemenî, Asayîşa Jinan, Dadgeha Gel, Malên Jinan, navendên zanistî û perwerdeya jinan, jinên ciwan û hevserokên meclîsên gel ên bajaran amade bûn.

Beşdarbûna duyemîn kongra Yekîtiya Star li gorî hejmara welatiyan a her bajarekî hate diyarkirin.

(rc)