Jinên KJA yê li Wanê beldavokên aştiyê belav kirin

16:07

JINHA

WAN - Aktîvîstên Kongreya Jinên Azad (KJA) yê ji bo çalakiya xwe ya sibê ya bi duruşma 'Li hemberî şer deng derxînin' belavok belav kirin û banga tevlîbûnê kirin.

Dê sibê KJA û Hewla Jinan a ji bo Aştiyê li gelek bajaran bi duruşma 'Li hemberî şer deng derxin' di çalakiyan debin. Yek ji bajarê dê sibê çalakî lêbêkirin Wane. Têkela KJA yê ya Wanê li ber avahiya DBP'ê banga tevlîbûna çalakiyê kirin û li welatiyan belavok belav kirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevseroka navçeya HDP'ê ya Ertemêtan Gulşah Hakan axivî û got: "Polîtîkaya qirkirinê yên salên 90'an berdewam dike. Çiya û gundên Kurdistanê tên bombakirin, li gel zindiyan dişetwitin. Li Silopî, Cizîr, Gimgim, Gever û hemû Kurdistanê înfaz tên kirin, qirkirinên siyasî berdewam dikin û surgun berdewam dikin. Ya vî şerî bide sekinandin hêz û dengê jinane. Werin em bi hev re sibê di saet 17.00'an de şer bidin rawestandin."

Piştî daxuyaniyê jinan li ser Sadeya Cumhuriyetê ji bo tevlîbûna meşê belavok belav kirin.

(zt)