Bavê Lokman: Kurê min înfaz kirin
08:11
JINHA
MÊRDÎN - Polîsan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bavê 2 zarokan Lokman Sune (22) înfaz kirin. Bavê Lokman, Halep Sune, diyar kir ku kurê wî li ber nexweşxaneyê dane rawestandin û ji ber xwîn winda kiriye jiyana xwe ji dest daye. Bav Halep anî zinam ku kurê wî înfaz kirine.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê polîsan ciwanê 22 salî û bavê 2 zarokan Lokman Sune înfaz kirin. Piştî Lokman Sune bi giranî birîndar bû, rêveberên HDP û DBP'ê yên Nisêbînê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê. Lê ji ber ku polîsan ew zêde li ber nexweşxaneyê dan rawestandin, Lokman Sune zêde xwîn winda kir û jiyana xwe ji dest da. Bavê Lokman Sune Halep Sune diyar kir ku kurê wî zêde hatiye rawestandin û ji ber xwîn winda kiriye jiyana xwe ji dest daye. Bav Lokman, destnîşan kir ku kurê wî hatiye înfazkirin û ew aşkere qetilkirine. Bav Lokman, da zanîn ku ew kuştinê naxwazin û aştî û aramiyê dixwazin. Bav Lokman got serê hemû gelê kurd sax be.
Cenazeyê Lokman Sune, piştî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê ji bo rapora otopsiyê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û lêgerînê ya Gazî Yaşargil a Amedê kirin.
(rc)