Gelo li Pîranê polîs li peyî qirkirinek nû ne?
09:32
JINHA
AMED - Di 2 yê Îlonê de li Pîranê bi hinceta "xendek kolane" polîs ketin taxê û her der gulebaran kirin. Li navçeya ku di gulebaranê de bi şans kesê jiyana xwe jidest nedan û birîndar nebûn welatiyan gotin: "Weke Farqîn, Gimgimk, Lîce, Silopî û gelek cihan li vêderê jî qirkirinan bikin, ewlehiya canê me nîne."
Li Kurdistanê hember êrîşan gel rêveberiya xwe ya cewherî û parastina xwe ya cewherî pêşdixin, li cihên ku parastina cewherî lê lewaze hema êrîş çêdibin. Li gorî şahidên bûyerê li navçeya Pîrana Amedê polîsan bê tu bihaneyan bibînin tax gulebaran kirine. Di şeva 2'ê Îlonê de polîs bi wesayîtên zirxî ketin hindirê taxa 27 Gulan û mal gulebaran kirin. Li gorî şans mirî û birîndar çênebûn, hinceta polîsan jî kolana xendekan bû. Lê xendekên ku li gelek navçeyan ji bo welatî xwe ji êrîşên polîsan biparêzin tên kolan li vê navçeyê nîne.
'Ger wiha biçe...'
Welatiyan bertek nîşanî gulebarana polîsan dan û gotin: "Ewlehiya canê me nîne, dema ku vêcarê bên emê jî êdî xendekan bikolin." Ji nava taxê Remziye Ardiç a 41 salî diyar kir ku di tevahiya şevê de ji ber gulebaranê wan xew nekiriye û nikarîne nêzî pacê jî bibin. Remziye da zanîn ku li Pîranê ji ber provakasyonan ev meheke her kes di saetên zu de dikevin hindirê malên xwe, esnaf dikanên xwe digirin û dikevin hindirê malên xwe. Remziye destnîşan kir ku ew dixwazin şer raweste û demek ji yadinê zutir cardin pêvajoya aştiyê bê despêkirin û wiha domand: "Her şev 18.00'an de esnaf derê dikanên xwe digirin û dikevin hindirê malên xwe. Navend bêdeng dibe. Em her dem bi tirs derdikevin ji derve. Em dixwazin ber êvarî meş bikin lê ji tirsan em nikarin ji malên xwe derkevin. Ji tirsa em derkevin dê hema gule bê me yan jî bê bi zarokên me bikevin, ji bo wê em dibin mehkumê malan."
'Em ji tirsan dernekevin ber pacê jî'
Remziye anî ziman ku duroj berê li ber mala wan şer çêbûye û wiha berdewam kir: "Berî çend rojan em li ber malê runiştibûn. Hema dengê teqînê hat. Bi bihîstina deng re em reviyan hindir. Em nediwêran derkevin ser pacê jî. Em ditirsan, çî dibû me ne dizanî. Tişta me zaniyî şev heya nîvê şevê şer berdewam kir. Em dibêjin bila ciwanên me nemirin. Em naxwazin ti zarokên ti aliyan bimirin. Em naxwazin xwîn birije. Ma xwîna hat rijandin nebesbû, canên hatin girtin ne besbûn? Hîna zêdetir zarokên me jiyana xwe jidest nedane, bila carekdin pêvajoya aştiyê bê despêkirin."
(zt)