28 salin jinên di enfalê de winda bûn li kune? (2)
09:34
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek jin di Enfalê de hatin kuştin, revandin û rastî tecawizê hatin. Parlamentera YNK'ê ya berê Gulale Germiyan, diyar kir ku heta niha hêjmarek zelal a jinên hatine qetilkirin û revandin tune wiha got: "Li gorî daneyên fermî jin tenê firotine Misirê. Lê hêj agahî ji wan nehatiye girtin. Em bang li jinên hatine firotin dikin û dixwezin werin li welatê xwe vegerin. Her kes dê li wan xwedî derkevin. Ew dîroka me ya raperînê nin."
Piştî şerê Îran û Iraqê di sala 1988'an de hikûmeta Iraqê û artêşa Iraqê li dijî gelê kurd hovîtî û komkujî pêk anî. Leşkeran bi operasyonek leşkerî êrîşa enfalê pêk anî û li Başûrê Kurdistanê li dijî gelê kurd komkujî pêk anî. Leşkeran înfazên tevahî, sirgûnên komî û bi girseyî ciwan û jin revandin. Di operasyonên bejayî û hewayî de zarok, ciwan û jin hatin qetilkirin. Gelek jin rastî tacîz û tecawizê hatin û hatin firotin. Hêj têkildarî rojên Enfalê axaftinên bi êş tên kirin. Têkildarî enfalê û jinên hatin revandin Parlamentera Berê ya YNK'ê Gulale Germiyan diyar kir ku ew doza Enfalê dişopînin û dê bişopînin. Germiyan, da zanîn ku der barê jinên bûne qurbana enfalê de 2 pirtûk nivîsandine û wiha got: "Jin ji ber ditirsin nikarin hemû serpêhatiyên enfalê vebêjin. Ji ber belge û agahî kêm in, bûyera enfalê baş ronî nebûye.
Jin bi cilên reş têkoşiyan
Gulale, anî ziman ku jin piştî enfalê û komkujiyê xwe zane kirine û tev li siyasetê dibin. Gulale, da zanîn ku jinên kurd li dijî vê zilmê dest bi têkoşîn û raperînê kirin û wiha got: "Piştî komkujiyê jinan reş girê dan. Jinan ji ber rastiya Enfalê bejna xwe reş girêdan, cilên reş li xwe kirin. Jinan êşa ambargoya cîhanê ya li ser Başûrê Kurdistanê zêde kişandin.Piştî meh û sal derbas bûn vegeriyan ser axa xwe û dema vegeriyan tu tişt ne wekî xwe ya berê bû. Bax û baxçe û malê wan tev wêran bibû. Malbat belav bibû. Lê hatin zarokên xwe mezin kirin û şandin dibistanê. Ev zarok bûn pêşeroja vî welatî. Ev hemû bi xêra têkoşîna jinan pêş ket. Tiştê ku ez dibêjim hemû çîrokên van jinan e. Jinan ewil serpêhatiyên xwe nedigotin. lê niha vedibêjin. Niha jin ji bo zarên wan xemgîn nebin van çîrokên xwe nabêjin."
'Civak destûra jin jiyanek nû ava bikin da'
Gulale, destnîşan kirin ku Jin bi salan li benda hevser, nîşanî, xizm, bav û birayê xwe yên winda rawestiyan û gotinên xwe wiha berdewam kir: "Civakê destûr neda ku ew bizewicin. Hin jinên nîşanî hebûn. Hin jin jî çend meh bibûn ku zewicîbûn. Hin jin jî xwedî çend zarok bûn. Ji ber feraseta feodal a civakê, destûr nedihat dayîn ku ev jin bizewicin. Lê ev biryar ji bo mêran derbas nedibûn. Jin neçar bûn ku di nava cilên xwe yên reş de li benda zilamên winda rawestin. Piştî hewldanên saziyên sivîl ên civakî civakê destûr da ku ev jin ji bo xwe jiyanek nû ava bikin. Derûniya jinan di vê serdemê de xera bû û gelek êşên mezin jiyane."
'Bîlancoya jinên Enfalê tune ye'
Gulale, destnîşan kir ku heta niha bîlancoya jinên rastî tacîz, tecawiz, kuştin û firotinê hatine di destê wan ten tune û wiha axivî: "Gelek jin ji aliyê leşkerên Saddam ve rastî tecawizê hatin. Lê jinan vê êşa xwe neanî ziman. Jinan nexwest behsa vê yekê bikin. Mirov dikarin êş, birçîbûn, êşkence û nexweşiyê bêjin, lê jinên rastî tecawizê tên nikarin tecawizê vebêjin. 20 sal berê min xwest jinên rastî vê êşê hatine serpêhatiyên xwe bêjin. Jinekê ji min re got "Hemû tiştê ku tu texmin dike her tişt bi serê min de hat." Dayika vê jinê hêj sax e û destûr nade ku keça wê biaxive. Ev jin zêdeyî 20 salin bi êşê xwe dijî."
'Daxwaza wê bi helikopterê li ser gundê xwe bigere bû'
Gulale, daxuyand ku der barê jinên rastî tacîz û tecawizê hatine de agahiyên saxlem tune û wiha got: "Jinên ku bûn şahidên darizandina Saddam, şahidiya xwe vegotin. Lê jinên hatin firotin, agahî ji wan nayê girtin. Ji ber aliyê feodal ên civakê gelek jin heta niha nikarin serpêhatiyên xwe bêjin. Di enfala 2005'an de 7 jinên ku firotibûn Misirê anîn Başûrê Kurdistanê. Yek ji wan jinan dixwest bi helikopterê li ser gundê xwe bigere."
Jinan firotin welatên ereb
Gulale, anî ziman ku di destê hikûmetê de tenê belgeyên jinên ku firotine Misirê hene û hêjmarek zelal di destê wan de tune ye. Gulale wiha berdewam kir: "Tê îdîakirin ku gelek jin firotine Suudi Arabistan, Kuveyt û gelek welatên ereb. Jin bûn qurbanên şer. Niha wekî çawa çeteyên DAIŞ'ê jinan difiroşin, wê demê jî jin hatin firotin. Li gorî bîlancoyê tenê li gundekî 383 kes winda ne. Nêviyê van mirovan jin in. Lê ji ber şahid tune aqûbeta wan nayê zanîn. Divê jinên rastî tecawizê hatine ji şerm nekin û her tiştî parve bikin."
Bila jin li welatê xwe vegerin
Gulale, herî dawî bang li hemû jinên hatine firotin kirin û wiha got: "Em bang li hemû jinên qurbanê Enfalê dikin ku li warê xwe û welatê xwe vegerin. Em dê li wan xwedî derkevin û mafê wan biparêzin. Her kes dê li wan xwedî derkevin. Ew dîroka me ya raperînê nin."
SIBÊ: Jinên enfalê dixwazin berpirsiyar bên darizandin
(mae/rc)