Kurd xwe ji bo Cenevra 3'mîn amede dikin

09:35

Rûksen Efrîn /JINHA

QAMIŞLO - Rêveberiya TEV -DEM'ê Çinar Amûdê diyar kir ku ew amedekariya tevlîbûna 3'mîn civîna Cenevra yê dikin. Çinar destnîşan kir ku ev civîn xwedî girîngiyek mezine û wiha got: "Ev civîn ji bo Suriyekî demokratîk dê bibe riya çareseriyê."

Rêvebiriya TEV-DEM'ê Çinar Amûdê derbarê civîna Cenevra 3'mîn de nirxandin kir. Çinar destnîşan kir ku gelê Rojhilata Navîn jiyan dikin, bi salane nerazîbûna xwe ya li hember pergala netew dewletê nîşan dikin. Çinar diyar kir ku berteka welatiyên Suriyê jî ji sala 2011'an de li hember rayederên Esed û rejîma Baasê dane heye û got ku êdî gel sîstemek demokratîk daxwaz dike. Çinar her wiha bi lêvkir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Suriyê dê wek rêxistina TEV-DEM'ê bi proje tevlî civîna Cenevra yê bibin.

Çinar derbarê girîngiya civîna Cenevra yê de wiha got: "Şerê Suriyê dikeve sala xwe ya 5'mîn. Lê şûna ku pirsgirêk çareser bibe her ku diçe alozî zêde dibe. Di mijarê çareseriyê de wek rêxistin gelek hewldanê me pêşdikeve, lê ev çareserî ji ber ne li gorî berjiwendiya dewletê ye nayê çareseriyê. Lewma pirsgirêkê şer, koçberî, kuştin û talan di asta jor de berdewam dike."

Çinar behsa pergala kapîtalîzmê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sîstema kapîtalîzmê tu caran li gorî berjiwendiya gel tevnegeriye. Ji ber vê yekê destê xwe bavêje kîjan pirsgirêkê wê aloziyê kurtir dike. Her tim hewldide rewşek bê îstîqrar avabike." Çinar her wiha qala civîna Cenevra yê kir û wiha got: "Berî niha du civînên mezin ên hêzên opozîsyonê pêk hatin. Lê encam ne hat girtin û pirsgirêkê şer ê welat hîn zêdetir kûrkir. Sedema bingehîn yek jî li hevnekirinê ew e ku hemû hêzên li Suriyê muxatab ne girtin bû."

'Dewlatên navnetwî tevlîbûna Kurden ji Cenevra ya 3'mîn re girîng dibînin'


Çinar eşkere kir ku wiha xuya dike ku tevahî hêzên navnetewî ji bo ku qirîza Suriyê were derbas kirin, dixwazin destek bidin pîlena ku Siteyvin Dimistura pê rabûye û wiha berdewam kir: "Di civîna Cenevra ya 3'mîn de ew ê pirsgirêkên Suriye werin nirxanden, lê hîn ne diyare bê wê encam bê girtin ya na. Ji ber ku beşek ji hezên Opozisyona Suriye hîn bi vê projeya hatiye amede kirin ve ne razîne. Hîna li hevhatineke opozisyonê û Rêjîma Suriye li ser xalên projeya Siteyvin ne hatiye kirin. Lê em weke TEV-DEM tevahî hewildanên ku ji bo çareseriyê têne kirin, bi nirx dibînin û destek dikin. Weke tê zanîn heya niha kurd weke tarefeke 3'mîn cihê xwe di nava civînên derbasbûyi a Cenevra yê de ne girtibûn. Lê niha tiştê ku diyar dibe dixwazin ku Kurdan weke aliyekî siyasî bi navê xweseriyê tevlî Cenevra 3'mîn bikin. Ev yek jî encama têkoşîna gelê Kurde."

Projeyên TEV-DEM'ê a ji bo Cenevra yê'

Çinar li ser projeyên TEV-DEM'ê rawestiya û got ku nerînên me jî û projeyên me ji bo çareserkirina aloziya li Suriyê hene û wiha pêde çû: "Em dixwazin van nêrînên xwe di Cenevra yê de parve bikin. Em nabêjin ku her tişt ew ê tenê li gorî nêrîna me bi encam bibe, lê heya niha li gel tu kesî projeyên weha zelal tune ye. Him dewlet di ya xwe de îsrar dike him jî hêzên opozisyonê tişteke wiha ji ya rêjîmê cûdatir diyar nekirine. Lê em weke Tevgera Civaka Demokratîk bi 3 projeyên esasî dixwazin ku pirsgirêkên Suriyê çareser bikin."

Çinar pirojeyên TEV-DEM ragihand û wiha gotina xwe bi dewî kir: "Her sê projeyên me pir bi awayeke zelale. Yek jê li heremên xweser yê di Suryê de ew ê çawa jiyan bikin ji bo wê projeyek heye, ya duyem jî ji bo Suriyê pêşerojê bi giştî pêwîste xwe çawa bide ava kirine. Li gorî wê em dixwazin ji bo Suriye mecliseke an weke konsyeke demokratîk bidin ava kirin. Ev konsey dibe ku heya hilbijartinan demkî jî were ava kirin ta ku bikaribe Suriyê bi rêve bibe. Ji ber ku hikûmeta heyî ku bi şêwazeke temsîliyeteke teng xwe bi rêve dibe êdî nikare bibe çareser ji pirsgirêkan re. Projeya me ya ku em herî zêdetir giringiyê jî didênê projeya Suriyeke demokratîke. Emê vana di civîna Cenevra ya 3'mîn de jî hewl bidin ku van projeyên xwe nîqaş bikin. Em di vê baweriyê de ne ku tevahî gelên Rojhilata Navîn pêdiviya xwe bi sistemeke nû ku xwe tê de bibînin û ji bo wê têkoşîn bikin heye. Em di wê baweriyê de ne ku projeyên ku em dixwazin pêşkêş bikin ew ê rê li pêşiya çareseriya tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn veke."

(rc)