PAJK'ê di derbarê polîsên îskenca zayendî kirin de serlêdana suc kirin
10:25
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PAJK'ê diyar kirin ku ser bedena jinan polîtîkaya şer dana meşandin sucê şere. Girtiyan dan zanîn ku wan di derbarê Emniyeta Muduriyeta Edeneyê û Şaxa TEM'ê ya polîsan ên ku îskenca zayendî li Fîgen Şahîn kirî de serlêdana suc kirine.
Girtiyên PAJK'ê girêdayî qetilkirina Gerilaya YJA Star Ekin Wan û piştî qetilkirinê îskencekirina cenazê wê û di bin çavan de îskenca li Fîgen Şahîn hatî kirin daxuyaniyek nivîskî weşandin. Girtiyan destnîşan kirin ku wan di derbarê Emniyeta Muduriyeta Edeneyê û Şaxa TEM'ê ya polîsan ên ku îskenca zayendî li Fîgen Şahîn kirî de serlêdana suc kirine.
Di daxuyaniya girtiyên PAJK'ê de bang têkoşînê li tevahî jinan hat kirin ku li dijî polîtîkayên şer ên qirêj ya ku li ser bedena jin tê kirin bidin û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li hember zîhnîyetê tecevûzkar a ku bedena jinê veguherandiye qada şer dê têkoşîna me a berxwedaniyê bilind bibe. Heyan ku berpirsyar bên darizandin em ê şopdarê doza xwe bin. Em bang li tevahî sazî û damezirandinên jin dikin ku tevlî têkoşîna me bibin."
'Êrîşa desthilatdariyê a li hember jinê'
Berdewamiya daxuyaniya PAJK'ê wiha ye: "Şerê ku bi zîhniyeta desthilatdariya dewletê a mêr hatî despêkirin, bi polîtîkayê xwe ên qirêj dixwazin li ser bedena jinê vî şerî domandin. Li Gimgimê bi qetilkirina hevala me Ekîn Wan û tehşîr kirina bedena wê û Fîgen Şahîn a ku li Edenê hat binçavkirin û rastî îşkenceya zayendî hat bê ehleqiyê dewletê dide nîşandan."
'Pêşengiya jinê napejrînin'
Li hember berxwedaniya jinê dibêjin di serî de li jin bidin, ji ber vê yekê zîhniyeta tecevûzkar bedena jinê kiriye qada şer. Li hember me her êrîşek ku pêk tê dibe sedema bilindkirina têkoşîn û berxweanê ye. Di salên 90'an de li ser bedena jinê polîtîkayên qirêj dihatin meşandin, lê jina berxwedêr a ku tu caran li hember îşkenceyê zayendî dev ji têkoşîna xwe bernedayî em dibêjin 'Ekîn Wan berxwedanya me a zelale' em ê wek jinên îsyankar li hember van êrîşên qirêj bêdeng nemînin. Em têkoşîna xwe li her qadê jiyanê bilind bikin.
'Ev sûcek ya şer e'
Îşkenceya ku li hevala me Fîgen Şahîn hatî kirin li hember tevahî jinan hatiye kirin. Ev sûcek ya şer e û divê berpirsyar were darizandin û hesabê vê yekê bide. Di vê çerçoveyê de em wek girtiyên PAJK'ê derheqê polîsên Şaxa TEM û Midûrê Emniyetê a Edenê de em ê doz vekin. Heyan ku berpisyar hesab bidin em ê doza xwe bişopînin û em bang li tevahî sazî û damezirandinên jin dikin ku tevlî têkoşîna me bibin dikin."
(zt/rc)