Jinên Botanê li hemberî qetlîamê bedena xwe kirin mertal
11:11
Mîzgîn Adim-Zehra Dogan/JINHA
ŞIRNEX -Li herema Botanê bajarê Şirnexê piştî îlankirina rêveberiya cewherî li gelek cihan xebata kolandina xendeka ber devam dike,dayîk jî bi şev û roj li kolana bedena xwe li hemberî qetlîamê kirine mertal. Ji 27'ê Tebaxê Adem İrtegun hate qetil kirin piştî wî malbata wî jî di çeperên berxwedanê de cîhê xwe girtin.
Li hemberî polîtîkayên şer li herêma Botanê a Kurdistanê her ku diçe zordariya polîsan jî zêde dibe. Ji aliyê din jî agahiyên îlankirina rêveberiya cewherî bê navber dewam dike. Yek ji bajarên ku 20 hezar leşker û nêzî 5 hezar polîs lê hatiye bi cih kirin Şirnexe. Li navenda bajarê Şirnaxê jinan dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. 4 Taxên wekî Yenî mahalle, Yeşîlyurt, Vakîfkent û Bahçelî evler xweserî lê hat îlan kirin. Welatiyan anî ziman ku li Cizîrê Hasan Nerse hate qetilkirin piştî qetlîma wî me jî li vir dest bi xebata kolandina xendekan kir. Hemû kolanê Şirnexê bi tûrê qumê û barîkatê çeperên berxwedanê hatine çêkirin.
Çalakvanên mertalên zindî êdî li kolanan nobetê digrin
Welatiyan ewlekariya kolanên xwe digirin û ji kesên biyanî tenê nûçegihan digrin taxê û her wiha welatî di nava xwe de karbeşî kirine. Hin ciwan xwarinê amade dikin hinek ciwan jî nobeta taxê digrin. Dayîk jî ji serê kolana dest bi çalakiya mertalên zindî dikin û bi bedena xwe pêşî li qetilîamê digrin. Li taxa Yeşilyurt çalakiya mertalên zindî ya herî xurt li wir heye dayîka 63'ê ya bi navê Meryem Îrmez jî yek ji jina ku bûye mertalên zindî. Meryem heman demê dayîka aşitiyê ye jî. Meryem anî ziman ku wîcdana min dest nade ku ciwan wiha werin qetilkirin û wiha got: "Kurekî min bijîşk bû çû tevlî refên PKK'ê bû û kurê min ya din jî niha di girtîgê de ye. Divê hemû dayîka ji bo aştiyê bedena xwe bikin mertal."
'Kurd êdî nezan nînin, hemû tiştan dizanin'
Meryem destnîşan kir ku ew bi şev û roj li kolana ne û êdî sebra wan nemaye û wiha domkir: "Hemû bûyerên ku pêk tên sedema wê polîtikayên Serokwezîr, Serokomar û ji Turkeş bingeha xwe digre. Eger qetlîamek pêk werê kesên ku bê deng mane hemû sucdarin. Divê hemû dayîk li hemberî vî şerî deng derxin. Çawa ku kes neçû Cenazê Kenan Evren, rojğm bê kes neçe ser cenazê Erdogan jî. Dibên zarokên feqîr di nav çalakiyan de ne. Lê kurê min bijîşk bû çû nav PKK'ê. Niha li serê çiya bi hezar şervanên zanîngeh xwendine hene. Êdî em gelekî ne nezanin. Hemû tişta dizanin. Li Rusyayê hemû gelan xweseriya xwe îlan kirin, kemasiyek çê bû. Çima heman tişt li Tirkiyê çê nabe. Kîjan ego û kîjan polîtîka destûrê nade. Heyan ku Kurd mafê xwe negrin dev jî vê têkoşînê ber nadin. Devlet jî vê yekê dizane. Ji ber vê yekê jî di demek lezgîn de divê li ser masê rûnin."
Li taxa Yeşîlyurt yek ji malbatên girîng malbata Adem Îrtegun yê 17 salî ku li Cizîrê di 27'ê Tebaxê ji aliyê sekvanan ve hate qetilkirin e. Em derbasî hewşa malbata Adem dibin. Li vir ji malbatê nezî 20 jin me pêşwazî dikin. Di nava xebardanan de em hîn dibin ku ji her malbatek a xizmê Adem kesek tevlî refê PKK'ê bûye. Dayîka Adem Kevser Îrtegun anî ziman ku gelek xwarziyê wê tevlî PKK'ê bûne û gelekan jî jiyana xwe ji dest dane. Kevser got "Piştî qetlîama Adem êdî ez naxwazim ciwan bimrin. Ji ber vê yekê jî ez û hevserê min, dayika min û gelek xizmên me li kolanê em tevlî çalakiya mertalên zindî bûne. Dema dengê çekan tê ez dibêjim gelo tiştek ji yekî hat. Êdî hêza min ya ku mirina yekî din jî bibîne nemaye. Ez li hemberî hikûmeta ku destê wan di kuştin kurê min de heye pir hêrsim. Dema kurê min hate kuştin tehamûla mina ya ji devletê ne ma ji ber vê yekê jî min bedena kurê xwe anî taxê û min Mizgefta taxê bedena wî şûşt.
'Em destûrê nadin qetlîama'
Meta Adem' Emîne Firat jî anî ziman ku zarokên wê jî nav refên PKK'ê dene. Meryem wiha got "Şevekî polîsan taxê dorpeç kiribûn. Min xwe avêt ber akrepên polîsan. Bi ser min de hatin û xeber dan. Min got ez ê xwe bidim ber ciwana û ez ê nehêlim ew bêne kuştin. Polîsan dîsa min re pirs gotin û 'Allahu Ekber' rêz dikirin mirov wan fêm nake. Em nahêlin ne polîs ne jî ciwan werin qetilkirin."
(pk/rc)