Ayten a bi guleya polîsan birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
11:47
Îlon
5
/ 2015
JINHA
DÊRSIM - Li Dêrsimê welatiya bi navê Ayten Gulhan a ku duh ji aliyê tîmên taybet ve hate birîndarkirin jiyana xwe ji dest da.
Li Dêrsimê duh tîmên taybet dema çalakiya li dijî Qereqola Naîf Karabulut derûdor gulebaran kirin ku ji 4 welatî bi guleyên tîmên taybet birîndar bûn. Ji welatiyên birîndar bûn ji wan Ayten Gulhan (32) li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê ligel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.
Ayten piştî otopsiya li Nexweşxxaneya Dewletê ya Dêrsimê dê bê definkirin.
(rc)