Fîlîz Karakoç: Jinan ne bi duçariyan bi berxwedanê hebûna xwe saz kirin

12:22

Oyku Dîlara Keskîn/JINHA

STENBOL - Li hemberî şerê ku AKP’ê dayî destpêkirin, jin dengê aştiyê bilind dikin. Endama BİKG’ê Fîlîz Karakuş da zanîn ku, ‘’kesên ku li Herêmê leşkeriyê dikin dema vedigerin mala xwe ‘bêyî ku şer biaxivin’ bi tundiyê xwe ya li ser jinê xwe vedibêjin. Lê ez bi giringî diderbirînim ku di şer de jin, ne bi duçariyan bi berxwedana xwe hebûna xwe pêk tînin.’’

Bi destpêkirina konsepta şerê ku AKP’ê dayî destpêkirin re li aliyekî li Kurdistanê kumkujî tên jiyîn, li aliyê din jî operasyonên kumkujiya siyasî didomin. Li hemberî vê li her cihê gel têne ba hev û li hemberî şerê li Kurdistanê tê meşandin ji bo aştiyê têkoşîna xwe her roja ku diçe xurtir dikin. Fîlîz Karakûşa endamê Ji Bo Aştiyê Hewldana Jinê(BÎKG) anî ziman ku ji heyamên şer herî zêde jin bandor dibin û ji bo vê divê dengê aştiyê bê bilindkirin.

‘Di heyamên şer de newekheviya jin û mêr kûk dibe’

Filîz derbirand ku tiştê ku jinên Kurdistanê dijîn yeke yek pûxteya jiyana jinên Edîrneyê ye, lê ji bo jinên Kurdistanê encamên şer gelek girantir in. Filîzê got: "Demên şer û pevçûnan heyamên ku demokrasi tê rakirin e. Di van heyaman de çavkanî hîn bêtir ji şer re tên veqetandin. Lewre newekheviya jin û mêr kûr dibe. Lê jin bi berxwedana xwe hebûna xwe diparêze. Berxwedana jinên kurd ên ku xwedî li taxa xwe, mala xwe, dengê, nasnameya xwe derdikevin derdikeve pêş. Jinên ku li her dere Tirkiyê radibin ser piyan û dibêjin ‘Bila çek bêdeng bin’ jî parçeyekê vê berxwedanê ne.’’

‘Ji bo rawestîna şer divê li Rojava jî dengê aştiyê bilind be’

Fîlîz wiha domkir: ‘’Serokkamar Tayîp Erdogan û Hikûmeta demborî bi politikaya şer dixwazin atmosfereke siyasî ya antî demokratik û fetisîner biafirînin. Plansaziya şer hêj beriya hilbijartinê hatibû amadekirin. Bi paketa ewlehiyê dixwestin berxwedana gelê kurd biçewisînin. Stratejiya îro ya şer stratejiya AKP’ê ya ku dixwaze tenê bi serê xwe bibe desthiladar re li hev dike."

Fîlîzê diyar kir ku ew helwesta dewletê napejrînin û wiha pêde çû: "Ji bo bêdengkirina çekan em esas polîtîkaya dewletê rexne dikin, demokratîkbûnê dixazim. Hêzên ku di polîtîkayên şer de êrîşî sîvîlan dike, bedena jinê dike qada şer hêzên dewletê ne. Lewre gotina me esas ji dewletê re ye." Fîlîzê anî ziman ku aştiya BİKG’ê bêyî ku polîtîkbûnê deynin kêlekekî, em hewl didin ku bi jinên cihê re bên ba hev û got: "Dem ne dema rawestan û bêhndanê ye. Em bangî hemû jinan dikin ku hêz bidin aştiyê.’’

Fîlîz anî ziman ku di 1’ê Îlonê de li Enqere û Stenbolê bi hevdemî komên jinan ên ku li deverên cihê yên Tirkiyeyê xebatan dimeşînin dane zanîn ku dê deklerasyona aştiyê aşkere bikin. Di vê deklerasyonê de derveyî BÎKG’ê dê gelek saziyên jinan beşdar bibin û di 1’ê Îlonê de dê beşdarî çalakiya ku Bloka Aştiyê rêkûpêk dike bibin û di 5’ê îlonê de li Kadikoyê bi awayekî hevdem dê çalakiyê li dar bixin û got: ‘’Pankarta me ya çalakiyê ji yek peyvê pêk tê; Aştî. Em ê bi zimanên cuda li ser pankartê aştî binivîsin. Armanca me ew e ku em denge aştiyê bidin bihîstin. Dema em vê bidin bihîstin jî em ê hewl bidin ku bûyerên ku li Gimgim û Geverê pêkhatî, feryada dayîkên leşkeran jî bidin bihîstandin.’’

(ss/rc)