DBP’ê bang li gel kir ku bên navçeya Sûrê

12:51

JINHA

AMED - Partiya Demokratîk a Herêman (DBP)’ê ragihand ku navçeya Sûrê ya Amedê ji aliyê tîmên taybet ve hatiye dorpêçkirin û bang li her kesî kir ku li Sûrê bicivin.

Partiya Demokratîk a Herêman (DBP)’ê ragihand ku navçeya Sûrê ya Amedê ji aliyê tîmên taybet ve hatiye dorpêçkirin û bang li her kesî kir ku li Sûrê bicivin. Di daxuyaniya DBP’ê wiha hat gotin: "Ji saetên sibê ve navçeya me ya Sûrê ji aliyê tîmên taybet ve hatiye dorpêçkirin. Ev dorpêç li taxên Lalebey û Hasirli zêde bûye. Niha li gelek deverên navçeya me pevçûnan destpê kiriye, dixwazin plana xwe ya komkujiyeke mezin bixin meriyetê. Ji bo pêşiyê li vê komkujiyê bê girtin em bang li gelê xwe dikin ku tavilê werin navçeya Sûrê herêma pevçûnê.”

(rc)