Jinên navçeya Reco komîngeha xwe vekirin

13:31

JINHA

EFRÎN - Endamên komîna jinan a Şehîd Sakîne ya gundê Mûskê yê navçeya Reco komîngeheka xwe bi merasîmekê vekirin.

Di çarçoveya birêxistinkirina kar û xebatên komînên jinan de, endamên komîna jinan a Şehîd Sakîne ya navçeya Reco ya Efrînê komîngeha xwe bi merasîmekê vekirin. Piştre Endama Rêveberiya Yekîtiya Star a navçeya Reco Salîha Mihemed vekirina komîngehê li hemû jinên navçeyê pîroz kir û diyar kir ku ew bi hêvî ye bi saya vê komîngehê hemû xebatên jinan bêne birêxistinkirin û hemû pirsgirêkên jinan bêne çareserkirin.

Di merasîmê de deriyê komîngehê ji aliyê dayîkên têkoşer Zinar û Cûdî ku di nava refên HPG’ê de jiyana xwe ji dest dabûn, di nava tilîliyên dayîkan de hate vekirin. Di dawiya merasîmê de jinan li ber stranên şoreşgerî û folklorîk dîlan gerandin û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re anîn ziman.

(rc)