‘Bi dil û can em piştgiriya Bakûr dikin’
13:43
JINHA
KOBANÊ - Şêniyên Kantona Kobanê piştgiriya xwe ji bo gelên Bakûr di serhildana wan de anîn ziman û gotin :” Em berxwedana gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê silav dikin, piştgirtiya dikin.”
Bi armanca piştevaniya berxwedana gelê Bakûrê Kurdistanê li dijî siyaseta AKP‘ê şêniyên gundên rojava ya Kobanê civîneke li gundê Mişko lidar xist. Di civînê de bi dehan kes beşdar bûn.
Endamê TEV-DEM‘ê Muslum Ibrahîm axivî û kiryarên dewleta Tirkiyê şermezar kir û siyaseta AKP‘ê weke siyaseteke bê exlaqî bi nav kir û berxwedana gel silav kir û wiha got: "Em berxwedana gelê Kurd li her cihê Bakûrê Kurdistanê silav dikin, piştgirtiya xwe didin jin, mir, pîr û zarok.”
Muslum destnîşan kir ku gelê kurd li Bakûrê Kurdistanê roleke mezin di serkeftinên Kobanê de lîstin û got gelê Kobanê bi dil û canê piştgiriyê didin gelê Bakûr Kurdistanê. Muslum da zanîn ku dijminê gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê yeke û got serkeftina kurdan li parçeyekê serkeftina her çar parçeyan e.
Endama Yekîtiya Star jî Emîne Kabelek rêveberiya Xweser li gelên Bakûr silav kir û destnîşan kir jinên Kobanê bi hemû hêza xwe amadene ji bo alîkardayîna gelê Bakûr. Civîn bi diruşmeyên silavkirina serhildana Bakûrê Kurdistan bi dawê bû.
(rc)