Gelê Silopî ji bo Cizîrê meşiyan

13:53

JINHA

ŞIRNEX - Li Silopî bi sedan welatî ji bo şermezarkirina êrîşên hovane yên li ser gelê Cizîrê meşiyan.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê bi sedan welatî ji bo piştgiriya bi Cizîrê re û şermezarkirina êrîşên ser gelê Cizîrê meşiyan. Ligel hevşaredarên bajaroka Tilqebîn-Wehsit, hevserok û rêveberên HDP/DBP'ê, aktîvîstên KJA'yê bi sedan welatiyên li ber avahiya HDP'ê hatin cem hev ber bi taxa Zapê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên, "Bijî berxwedana Cizîrê", "Tolhildan" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

Bi sedan welatî ji taxa Zapê derbasî taxa Zagros û ji wir jî bi dirûşm, çepik û tilîliyan derbasî taxa Herekolê bûn. Li taxa Herekolê Hasan Atak axivî û êrîşên hovane yên li ser gelê Cizîrê şermezar kir. Hasan diyar kir ku AKP'ê û Erdogan ji bo qesrê ev şer dane destpêkirin û bi lêv kir ku gelê Silopî tu dem gelê Cizîrê bi tenê nahêle û dê ji îro pê de li hemberî van kiryarên qirêj li ser piyan bin.

(rc)