Dewlet êrîş dike Cizîr ber xwe dide!
16:09
JINHA
ŞIRNEX - Ji navçeya Cizîrê re bi rojane gelek tang, top, wesayîtên zirxî, polîs, leşker û tîmên taybet hatin sewqkirin û şevê din starta komkujiyê hat dayîn.
Ji navçeya Cizîrê re bi rojane gelek tang, top, wesayîtên zirxî, polîs, leşker û tîmên taybet hatin sewqkirin û şevê din starta komkujiyê hat dayîn. Tîmên taybet, polîs û leşker piştî biryara "qedexeya kolanan" ji aliyê Waliyê Şirnexê ve pêk hat dest bi tevgerê kirin û gelê Cizîrê jî guhdariya biryarê nekir û derketin kolanan. Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ên çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ya di bin dorpêça polîsan de û li gorî agahiyên gihiştine wan 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek birîndar hene û birîndar ji ber dorpêça li ser nexweşxaneyê nikarin biçin nexweşxaneyê. Li taxên êrîş pêk tên berxwedan berdewam dike.
Piştî navçeya Geverê ya Colemêrgê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî çend roj berê bi tank, top û wesayîtên zirxî bi hezaran polîs, leşker û tîmên taybet sewqî navçeyê hatin kirin û li saziyên dewletê hatin bicihkirin û li hemberî gel amadekariyên şer kirin. Tîmên taybet, polîs û leşker li Fermandariya Navçeyê, Koleja Îstîkbal a li taxa Konakê, Lîseya Îmam Hatîp a li taxa Yafesê, dibistanên li derdora Stadyuma Cizîrê, Lîseya Pir Bernameyî ya li sînorê Rojava, Lîseya Anadolu ya Haci Fettah Kadooglu û dibistanên li derdorên taxa Nûr, Sûr, Cûdî û Yafesê hatin bicihkirin.
300 Tîmên Taybet li Cizîrê ne
Tê gotin du roj berê ji bajar re 150 wesayîtên zirxî û 500 otobus tîmên taybet hatin bajar û ji wan 300 tîmên taybet li ser Fermana Wezîrê Karên Hundir bi fermana taybet hatin navçeyê. Hate zanîn ku tîmên taybet ên sewqî Cizîrê hatin kirin Qeymeqamtiya Cizîrê ji bo 10 rojan li Lîseya Anadolu ya li Taxa Konakê û Lîseya Îmam Hatîbê ya li Taxa Yafesê bi cih kirin.
Polîsan: Wê gelek kes bimirin
Hat ragihandin ku tîmên taybet ên çend roj berê hatin bi dehan wesayîtan û bi otobusên vala li kolanên qelebalix digerin û piştî amadekariyên xwe bi dawî kirin wê operasyoneke gelek kesî qetilkirinê li dar bixin. Welatiyê ku ji bo polîsên hatine xwarin bir re gotin, "Wê gelek kes bimirin". Polîsan baxçeyê dibistanê bi çek û cebilxane dagirtine. Welatî got polîsan ji wî re gotiye "Heya piştî hilbijartinan jî em li vir in" û wiha got: "Polîsan got bi fermana taybet a Enqere hatine û ji gelek bajarên cuda hatine komkirin. Gotin 'Em ê vê derê paqij bikin û piştî hilbijartinan ji vir biçin'"
Amedekariyên komkujiyê
Hat zanîn ku polîsên li yurdên dibistanan bi cih bûne ji bo komkujiyê bikin di çarçoveya agahiyên hatine girtin li nêzî taxan bi cih bûne. Polîsên li nava bajar digeriyan bi lezgîn diçin û dema ji trafîkê re derbas dibûn raste rast gulebaran dikirin. Guleyên polîsan gelek caran li avahiyên welatiyan diketin û welatî ji ber ku ti meqamên fermî di aliyê zagonî de çareseriyê pêk nayînin serî li dozgeriyê nadin.
Nexweşxane û dermanfiroş di bin dorpêçê de ne
Di şerên li cîhanê de ti deman nexweşxane û dermanfiroş nehatine dagirkirin. Welatiyên li Gever, Sîlopî û Farqînê di êrîşa polîsan de birîndar bûne dema dibirin nexweşxaneyê jî rastî êrîşa polîsan hatin, tendûristvan hatin kuştin û hatin derpkirin. Li Cizîrê berî biryara qedexeya kolanan Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û gelek derman firoş polîsan bi wesayîtan dorpêç kirine.
Înternet, elektrîk û telefon hatin qutkirin
Di seatên êvarê de li bajar înternet, elektrîk û telefon hatin qutkirin.
Gel qedexe nas nekir û derket kolanan
Piştî daxuyaniya walîtiyê ya qedexekirina kolanan gel guhdariya biryarê nekir û derket kolanan. Hemû welatî li taxên Nûr, Cûdî, Sûr û Yafesê derketin kolanan û çalakiya dengderxistinê li dar xistin. Li hemû taxên bajêr polîs, tîmên taybet û sekvanan gel gulebaran kirin û gel li hemberî polîsan ber xwe da.
Li hember êrîşa xweparastin
Welatiyên guhdarî biryara qedexeyê nekirin li kolanan çalakiya dengderxistinê pêk anîn û polîsan di ketina taxê de tax gulebaran kirin. Li hemberî êrîşa polîsan ciwanan jî bersiva polîsan dan û destûr nedan polîs bikevin taxan. Welatiyan jî bi tilîlî û dirûşman piştgirî dan hêzên xweparastinê. Bi taybet li taxên Nûr, Cûdî, Sûr û Yafesê di navbera ciwan û polîsan de pevçûnên dijwar hatin jiyîn.
Taxa Nûr
Cadeyên Arîn Mîrkan û Yafesê yên li taxa Nûrê polîsan bi wesayîtên zirxî ve girtin û bi taybetî jî li "Aşk tepesî" sekvan hatine bicihkirin. Ji Fermandariya Garnîzonê û Tabûra Tankan gulê tên barandin û li taxê pevçûn didomin. Wesayîteke zirxî ji cadeya BOTAŞ'ê bombe avêt taxê û yek jê giran 3 welatî birîndar bûn. Dîsa welatiyê bi navê Mehmet Emîn Levent ê ku sekvanan gule berdanê, welatiyan xwestin ku wî bibin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Lê ji ber ku polîsan destûr nedan û her der dorpêç kiribûn Mehmet jiyana xwe ji dest da.
Taxa Cûdî
Li Taxa Cûdiyê gelek cih, cadeya Kobanê û Dortyol ji aliyê polîsan ve bi wesayîtên zirxî ve hatine dorpêçkirin. Polîsên ku serê sibehê heta niha li cadeyan tûran davêjin rasterast derûdorê gulebaran dikin. Polîs bi wesayîtên zirxî ve dixwazin ji kolanên ku Hasan Nerse û Umît Kûrt hatin qetilkirin bikevin taxê, lê welatî destûrê nadin û li ber xwe didin. Gelek wesayîtên zirxî li girê Cafer Sadik û Taxa Cûdiyê bi awayekî taxê ji jor ve dibîne hatine bicihkirin û ji vir tax tê gulebarankirin, gelek mal û kargeh hatine derbkirin.
Taxa Sûr
Wesayîtên zirxî ji aliyê termînalê ve tax bi şev heta sibehê gulebaran kirin. Gelek sekvan li qada Çarkendal a ku taxê ji jor ve dibîne hatine bicihkirin. Welatî û ciwanên ku parastina taxê dikin bi hev re li kolanê sekna xwe didomînin.
Taxa Yafes
Wesayîtên zirxî yên li ser rêya hawirdorê bi şev heta sibehê tax gulebaran kirin, dema ku xwestin bikevin taxê, ciwanan bi berxwedanê nehîştîn polîs bikevin taxê. Li ser hin avahiyan sekvan hatine bicihkirin.
Ji ber dorpêçê nikarin birîndaran bibin nexweşxaneyan
Li cadeyên Arîn Mîrkan û Kobanê di teqînên çêbûn de gelek polîs birîndar bûne û dorpêça polîsan a li dora Nexweşxaneya Dewletê berdewam dike. Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret di agahiyên dan de diyar kirin ku polîsan bi wesayîtên zirxî nexweşxane dorpêç kirine û li gorî agahiyên girtine 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne, ji ber dorpêçê nikarin birîndaran bibin nexweşxaneyê.
Ji serê sibehê ve wesayîtên zirxî li cadeyan digerin û welatiyên ku kargehên xwe venekirine berxwedana xwe didomînin.
Li navçeyê dem bi dem dengê çekan tê.
(rc)