Li Surê polîsan jinek birîndar kir
16:10
JINHA
AMED - Li taxa Hasirli ya Surê şer ber dewam dike û polîsan jinek bi giranî birîndar kir.
Li navçeya Sûrê ya Amedê tîmên taybet bi wesayîtên zirxî taxên navçeyê dorpêç kiribûn û tax gulebaran kirin. Di encama gulebana li taxa Hasirliyê jina bi navê Salîha Opçîn (39) birîndar bû. Salîha bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî. Piştî mudaxaleya ewilî ji wir şandin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hat ragihandin ku Salîha astengdar e.
Li aliyê din jî heyeta HDP/DBP'ê ya ji parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel, Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek û Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen pêk tê çûn Sûrê. Hat ragihandin ku polîs nahêlin heyet têkeve navçeyê.
(pk/rc)