Cenazeyê têkoşerên YPG/YPJ’ê spartin axê

17:27

JINHA

HESEKÊ - Cenazeyên şervana YPJ‘ê Yara El-Elî (Xwînda Xabûr) û şervanê YPG‘ê Remzî Xazî (Nîdal Rojava) yên di sala 2014‘an de di berxwedana Mebrûka de jiyana xwe jidest dan bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a gunde Dawidiyê hate oxirkirin.

Bi armanca oxirkirina cenazeyê şervana YPJ’ê Yara El-Elî (Xwînda Xabûr) a ku di 22‘ îlonê li Mebrûka û cenazeyê şervanê YPG‘ê Remzî Xazî (Nîdal Rojava) ê di 19‘ cotmeha 2014‘an de jî li Mebrûka jiyana xwe ji dest da, bi sedana welatiyê bajarê Hesekê li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan kombûn, girse piştî ku cenaze wergirtin bi kerwanekî ji dehan tirimpêlan ber bi goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê bi rê ketin. Li goristinê cenaze ji aliyê sedan kesî ve hatin pêşwazî kirin.

Merasim bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştre endama Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Fatime Hesen axaftin kir û wiha got:” Şehîdên me soza rizgarkirina bajaroka Mebrûka dabûn dayîkan û soza xwe bicih anîn, em jî soza didin şervanên xwe şopdarên wan bin heta rizgarkirin tememî Rojava ji çeteyên DAIŞ’ê.”

Rêvebera TEV-DEM‘ê Nûcan Hesen jî axivî û destnîşan kir ku têkoşeran li Mebrûka bi qehremanî li dijî çeteyan şerkirin, YPG/YPJ‘ê ji bo parastina hemû pêkhateyên Rojava hate avakirin.

Nûcan balkişande ser planên dewleta Tirkiyê li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û wiha dom kir:”Êdî her kes rastiya siyaseta AKP‘ê naskiriye. Tirkiyê bi hemû rêbazên xwe hewl didin destkeftiyên Şoreşa Rojava têk bibin."

Nûcan serhildaran Bakûrê Kurdistan silav kir û xwerêveberina Bakûr li gelê kurd pîroz kir. Nûrcan got ku Rêveberiyê û projeya aştiyê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan îlan kiriye dikare bibe çareseriya hemû aloziyên Rojhilata Navîn.

Li ser navê YPG‘ê Elî Dawid axivî û diyar kir ku berxwedana wan heta bi dawîkirina çeteyan dewam e û got ew ê li ser soza xwe ya ku dayîn dayîkan bin.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Îlham Bekir nasnameya şervanên YPG û YPJ’ê Xwînda Xabûr û Nîdal Rojava xwend û radestî malbata wan kir. Malbatên têkoşeran jî soza şopandina doza şehidan da.

Şervanên YPG‘ê cenazeyên hevalên xwe li ser milên xwe kirin û di nava tilîliyan de spartin axê.

(gb/rc)