Zarok dimirin rihet nebin
18:32
JINHA
STENBOL - Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî qetlîama Cizîrê dan û li Kadikoyê bi dovîzên "Zarok dimirin rihet nebin" çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî qetlîama li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dan û li Meydana Altiyolê ya Kadikoya Stenbolê çalakiya rûniştinê li darxistin. Ciwanan bi dovîzên "Zarok dimirin rihat nebin" û "Li Cizîrê qetlîam pêk tên" demekê çalakiya rûniştinê li darxistin û bertek nîşanî bêdengbûna raya giştî dan.
Ciwanan bi gotina "Em ê kengê deng derxînin, dema bira, xizm û hezkiriyên me hatin kuştin" banga piştgiriyê li nûnerên HDP'ê yên Kadikoyê kirin.
(rc)