Polîs bi çekên giran êrîşî Surê dikin

08:31

JINHA

AMED - Li Navçeya Sûrê ya Amedê ji duh ve tîmên taybet navçe dorpêç kirine û bi çekên giran êrîşî berxwedana gel dikin. Ciwanên li taxên Fatîhpaşa û Hasirliyê bersiv dan polîsan. Şêniyên taxê derketin ser şaneşîn û pencereyan û bi çalakiya dengderxistinê êrîşên polîsan şermezar kirin. Di seatên serê sibê re li navçeyê dengên çekan bilind bû. Gengeşiya li navçeyê didome.

Agahiyên berfireh dê werin./...

(zt)