28 salin jinên di enfalê de winda bûn li kune? (3) DOSYA

09:13

Newroz Dijwar / JINHA

GERMIYAN - Li gel di ser Enfala ku gelê kurd bi komî hatin qetilkirin re 28 sal derbas bûn, hêj di dil û hişê mirovan de pir zindi ye. Şahidên Enfalê diyar kirin ku dema wan bûyerên li Şengal û Kobanê dît bûyerên Enfalê hatin pêş çavên wan.

Rejîma Baasê 28 sal berê li dijî Kurdên Başurê Kurdistanê komkujiya Enfalê pêk anî. Di vê komkujiyê de bi hezaran zarok, ciwan, xort, jin, kal û pîr hatin qetilkirin. Kesên birîndar bûn û bi saxî filitîn jî hêj ew roj û ew êş ji bîr nekirine. Jinên bûne mexdûrên Enfalê diyar kirin ku êşên wan dît û êşên ku jiyên êzdî dîtine wekî hev in. Jinan anîn ziman ku pêwiste dilê wan mezin be û dê rojekê Kurdistan azad bibe. Jinan da zanîn ku wan rojên pir dijwar derbas kirin zarokên wan, tî birçî, tazî û perîşan man. Jinan, bilêv kirin ku zarok bi rojan bê xwarin û birçî man û dema bûyerên Kobanê û Şengalê dibînin dîsa rojên wan ên borî tên pêş çavên wan.

'Tenê ji ber ku ez kurd bûm...'

Şahidê Enfalê Aske Heme Ali Emîn, diyar kir ku wê di komkujiyê de 48 xizmên xwe winda kir û wiha got: "Tenê ji ber ku em kurd bûn em hatin qetilkirin. Welatê me şewitandin. Em wekî gelê kurd tu carî li hemberî zilmê bêdeng neman. Em li hemberî zilmê bêdeng namînin jî. Me di enfalê de gelek xizmên xwe winda kir. Tenê 48 xizmên min ên mêr hatin qetilkirin. Li pişt tenê jin û zarok man. Yên man hemû zarok bûn. Ez bi nasnameya birayê xwe hatim Kelara. Wê demê bavê min li Kelarê dima. Me pir zahmetî dît."


Aske, da zanîn ku wê demê xebatên rêxistinbûnê hebûn û ji bo azadiya Kurdistanê civin pêk dianîn. Aske, bilêv kir ku wê demê wan jî wekî mêr dixwestin di nava şer de cih bigirin û xwestin wê eybê bişkînin.

'Di enfalê de herî zêde jin mexdûr bûn'

Aske, destnîşan kir ku di Enfalê de herî zêde jin mexdûr bûn û wiha got: "Gelek jinan di şer de hevser û zarokên xwe winda kirin. Wê demê ne xwarin hebû û ne jî nivînên em li ser razên hebû. Dema niha ez li bûyerên Şengalê û Kobanê dinerim bûyerên berê yên Enfalê tên pêş çavên min. Divê dilê me mezin be û sebra me fireh be.

'Jinên rastî Enfalê hatin amade ne bi DAIŞ'ê re şer bikin'

Aske, da zanîn ku kesên di êrîşên DAIŞ'ê de zarokên xwe winda kirin, kesên di komkujiya Enfalê de dayik û bavê xwe winda kirine û wiha got: Dayikên êşên mezin kişandin, niha zarokên wan amade ne ku li dijî DAIŞ'ê şer bikin. Tu carî 14'ê Nîsanê li pêş çavê min naçe, Dema em bi jinên Enfalê re tên cem hev dîsa ew roj tên pêş çavên min.

'Dibêjin 18 jinên Enfalî li Misirê ne'

Aske, destnîşan kir ku 18 jinên di dema Enfalê de hatin revandin, tê gotin ku birine Misirê û wiha axivî: "Niha rewşa Jinên li Germiyanê pir ne baş e. Herî zêde jin tên şewitandin û rastî zilmê tên. Divê berî her tiştî jin li hemberî vê zilm û zordariyê serî bilind bikin. Gelek rêxistinên jinê li Germiyanê hene. Jinên ku nebin yek û pirsgirêkan çareser nekin tune. Jinên me yên bi hêz hene. Di milê siyasî de jî hene. Her çend wekî jinên Bakurê Kurdistanê pêş neketine jî pêş ketine.

'Di fermiyetê de jin wekî koleyan dixebitin'

Jina bi navê Ciran Mihemed Derveş Nurî jî di komkujiyê de xizmên xwe winda kir. Ciran anî ziman ku îro her roj li ser Enfalê bombe dibarandin û wiha got: "Ji malbata min gelek kes şehît ketin. Malbata me xwe avêtin hembêza çiyê. Zarokên me ji birçîbûn û tîbûnê digiriyan. Gelek xizmên min di Enfalê de jiyana xwe ji dest dan. Li ber çavên min gule baran kirin û êşkence li wan kirin. Jin firotin bazarên koleyan û niha wekî kole ne." XELAT


(mae)