Leyla Saroxin: DAIŞ û AKP'ê dê têk biçin, xwerêvebirin dê bi serbikev

09:20

Ebîr Ehmed -Rûksen Efrîn/JINHA

HESEKÊ - Leyla Saroxîn diyar kir ku AKP'ê li hember Xweseriya gelê Rojava bi çeteyên DAIŞ'ê dev avêt û êrîş kir niha jî dixwaze bi destê xwe li Kurdistana Bakûr qetilîamê pêk bîne û wiha got: "Ew ê têk biçin û gelê ku derheqê pêşeroja xwe de biryar xweserî daye wê bi ser bikeve.
Modela jiyanê a ku li Rojava bi xweserî- rêveberiya cewherî gel li hev civandiye, ji aliyê desthilatdaran ve dixwazin şoreşa Rojava biçewsînin."

Rêvebera Komeleya Malbatê Şehîdan a bajarê Hesekê Leyla Saroxîn derbarê êrîşên li hember dexwaza gel ya xweseriyê li Silopî û Cizîrê nirxand û destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide bi polîtîkayên xwe ên qirêj êrîşê Kurdan dike. Leyla Saroxîn diyar kir ku AKP'ê li hember Xweseriya gelê Rojava bi çeteyên DAIŞ'ê dev avêt û êrîş kir niha jî dixwaze bi destê xwe li Kurdistana Bakûr qetilîamê pêk bîne. Leyla bi lêvkir ku êdî Kurd hişyar bûne û dê polîtîkayên qirêj ên AKP'ê vala derbixînin.

'Dê her dem berxwedan hebe'

Leyla wiha got: "Hikûmeta AKP'ê dixwaze li ser Bakûrê Kurdistan û Rojava desthilatdariyê xwe avabikê. Sivîlan qetildike, gel di bin barana gule û bombeyan de digre. DAIŞ'ê dişîne Rojava. Lê bila hikûmeta AKP'ê vê yekê bizanibe, bi polîtîkayên xwe ên qirêj dê tu demî bi sernekeve. Çi dike bila bike, gelê Kurd dê her dem li berxwe bide. Tu zilm û tundî wê serê Kurdan netewîne. Bila hikûmeta AKP'ê baş bizanibe heyan ku em hebin dê tu caran neghêşe armancê xwe."

'AKP'ê serkeftinê hazim nake'
Leyla da zanîn ku piştî serkeftina HDP'ê ya di hilbijartinê de AKP'ê polîtîkayên xwe ên gemar xistiye dewrê û wiha pêde çû: "Sedema êrîşa AKP'ê ya herî mezin ne hazim kirina serkeftina HDP'ê ya hilbijartinê ye." Leyla diyar kir ku gelê Rojava û Bakûrê Kurdistanê bi îlankirina xweseriyê hîn zêdetir nêzî azadiyê xwe bûne.

'Em astengî nasnakin'

Leyla destnîşan kir ku li hember Şoreşa Rojava astengiyên mezin hene lê li beramberî her tiştî gelek astengî bi sayê têkoşînê hatine derbaskirin û wiha domkir: "Rojava rolek mezin leyîst. Piştgiriya bakûrê Kurdistanê jî ji bo vê rolê jî mezine. Yekbûna gelê Kurd tirs bi AKP'ê re avakir. Bi vê tirsê êrîş dibe ser gel û bi kînê xwe hesabê dixwaze." Leyla dawiyê de got ew ê tu astengî nasnekin û dê têkoşîna azadiyê bilind bikin.

(rc)